Selahedîn Çelîk
Bi pêşbiniyeke gelemper li Rojhilata Navîn nexşe diguhere, ku ew xwestina me kurdan e jî. Lê ku em nikaribin heqê bûyeran bidin, dibe miraz bizivire xewnereşkê.
PYD/YPG/PKKê, tevî li Rojavayê Kurdistanê têkiliyên bi DYAyê re jî, nêzî eniya Şam+Moskova+Tehran+Bexdayê ne. PYDê, di derbara mafên kurdan de ji wan çi bi dest xistiye û li benda çî ye, ew ne diyar e.
Meyldariya ENKSê, ber bi eniya din ve ye. Berhema nakokiyên PYD û ENKSê, rûxîner e. Kurd ji Rojav direvin û li gellek deveran Ereb bi hejmar bi ser dikevin. Tiştekî baş e ku heya vêga şerekî navxweyî derneketiye. Lê bi bandora hêzên derve, ew xeter her heye.
Li Başûr jî rewş, heya bêjî tevlîhev e. Otorîteya navendî, ya ku hemû partî pê qayîl bibin, tineye. Ka artêş û Fermandehiya hevpar? Ka dezgeha hevpar a sîxuriyê? Ka li ser hatinî û lêçûnan çavdêriya hevpar? Ka sîstema hevpar a dadmendiyê? Ka şerê li dijî gendeliyê? Ji nakokiya PDK û Gorranê diyar bû ku ti giraniya parlamenê jî tineye.
Ma li ser van kêmasî û nakokiyan dewlet çêdibe? Bi Zaxo, Dihok û nîvê Hewlêrê tenê, dewlet çêdibe? Ka Silêmanî û Kerkûk? Helepce û Xaniqîn, ma ne Kurdistan in? Îranê ew der hima hima dagir kirine û bi yeqîn bi gotinên me yên dewletbûnê dikene! Nakokiya li ser Şengalê, tevî daxuyaniyên nermkirinê jî, ducanê serêşiyên mezin e.
Çima em xwe dixapînin? Bêyî yekîtiya navxweyî û bêyî konsepta navendî, dewlet çênabe. Dibe dewletên serdest ji me bêhiştir bin û dibe hêzeke mezin bi zorê destê me bide hev. Xweska! Lê tenê bi xweziyê miraz nayê cih.
LI BAŞÛR LEŞKERÊN TIRK ÇI DIKIN?
1996ê PDK û YNKê dîsa li hev didan. Bi mehneya “navcîtî û çavdêriyê”, artêşa Tirk yekîneyên xwe li Başûr li Kanîmasî û Bamernê bi cih kirin û li bajaran jî buroyên MITê vekirin.
A balkêş: Leşkerên Tirk ji sînorê PDK û YNKê gellek dûr, li herêma Behdînanê konê xwe vedabûn. 18 sal borîn, PDK û YNK bûn dost û bira(?), lê ew yekîne li wir man!
A sosret: Li Başûr li himberî leşkerên Tirk bertek tineye. Herwiha artêşa Tirk, li Başûr bû diyardeyeke mayînde.
Par Cotmehê ez li Başûr bûm. Serokwezîrê Tirkiyê Davûdoglu hatibû wir. Serdana wî wisa mezin kirin, te digot qey Obama hatiye. Encam; bi navê “perwerdekirina pêşmergeyan”, leşkerên Tirk li Ranya û Soranê dest bi kar kirin.
Pêdiviya pêşmergeyan bi efserên Tirk hebû? Na. Berî her tiştî artêşa Tirk, hêzeka xêrnexwaz e, li Bakur kurdan dikuje, li Rojava kurdan bi rêya DAIŞê dikuje. Gava DAIŞê par xwe dabû ber deriyên Hewlêrê, generalên Tirk ji keyfê difirîn. Ku 2003 di dema operasyona DYAyê ya Îraqê de, artêşa Tirk hewl dabû ku statukoya Herêma Kurdistanê bipelişîne. Partiyên Başûr rê nedabûnê û herwiha destkeftiyên xwe parastibûn.
Sedem çi be jî, li Başûr hebûna leşkerên Tirk (an îranî), ji kurdan zêdetir di xizmeta berjewendiyên wan de ye.
Bi yek derbê aloziya Başîkê xistin rojevê. Serê Mijdara borî dîsa ez li Başûr bûm, rastî konvoya “biheybet” a Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu hatim. Vêga eşkere dibe ku Başîkê hingê pijandibûn. Xwêdêkî ma Kurdistana Başûr herêmeke Tirkiyê ye?
Bi gotin em dibêjin, “em nabin alîgirê nakokiya Şîe û Sunnîyan”, lê bûyera Başîkê berovajî dibêje. Li himberî Bexda û Tehranê, wê artêşa tirk Kurdên Başûr biparêze? Gotinên wê jî dilê mirov dixelîne.
Dibe bi berteka Bexdayê, Tirkiyê leşkerên xwe paşve bikşîne. Hingê wê “serfirazî” para Bexdayê, “rûreşî” jî para me be. Ji ber ku zarok jî zanin, bêyî destûra Hewlêrê, leşkerên tirk nikarin derbasî Başikê bibin.
Tiştekî din: Çima gava her cara Tirkiye dikeve tengasiyê, Başûrî xwe tavêjin pêş? Tirkiye ji ber têkiliya DAIŞê, dewleteke hetikî û kirêj e. Çima em wê gemariyê li xwe didin?
Xwedêgiravî perwerdeya efserên tirk, tevkarî li operasyona dawî ya bidestxistina Şengalê kiriye. Hezar caran derew e. Ji ber ku pêşmerge an gerîla, hêza çekdarên kurd, bi her awayî dikarî pişta DAIŞê bişkîne. Efserên tirk, tenê ji kuştina kurdên sivîl fêm dikin.
Li Başûr hebûna leşkerên tirk, hetikayî ye. Yên ew hetikayî anînê serê me, bila şerm bikin.
KONFERANSA RÎYADÊ
Piştî bûyerên dawî yên Sûriyê, eniya sunnî di bin kontrola Tirkiye û Siûdiyê de hewl dide ku xwe bide hev. Rojên dawî seferên polîtîk ên ber bi Kendavê ve û Civîna Rîyadê, beşeke wî planî ye.
Bêguman ENKS xwedî azadiya dîplomasîkirinê ye. Lê encama tehl a serpêhatiya bi Tirkiyê re heye. Dewleta tirk neyarê doza kurd e, bi taybetî jî desthilata îro ya ku koalîsyona AKP û artêşê (Ergenekonê) ye.
Şerê Sunnî û Şîîyan, ne me ye. Yek dewleta sunnî ya ereb jî, nîjadkujiya Helepçê şermezar nekiribû, ji ber ku yên kirî Ereb, yên mirî Kurd bûn.
DAIŞ, senteza tundrewî û dînitiya olî û nîjadperestiya har a ereb e. Bi bîrdozî, siyasî û darayî çavkaniya wê, ji dewletên Kendava Ereban dizê. Ji wêkê di derbara Rîyadê de şikdarbûna me, tiştekî rast e.
Şerê Sûriyê ji zû ve ji pirsa rûxandina desthilata Şamê derketiye. Nakokî û xetereyên din derketine pêş. Ji dirûşmeyên kevin û ji eniya sunnî hêvîkirin, xeletiyeke mezin e. Û heke hewldaneke weke bi pêşmergeyên rojavayî di nav wan de cihgirtinê hebe, dibe ew bibe ezimandina şerê birakujiyê, ku jixwe Ereb û Tirk wê dixwazin.
Min bi rasthatiniyeke, serokên partiyên ENKSê nas kirin. Bandoreke erênî li min kirin. PYD niheqî li wan dike. Li himberî wê niheqiyê berteknîşandan rast e. Lê bi Selefîst û Vahabiyan re reqs, tiştekî din e.
10.12.2015, Rûdaw