Diyarname
Îsmaîl Beşîkçî got ku ji bo kurd bi ser bikevin divê li hemberî hev tawîzê bidin, li hemberî hêzên herêmî tawîzê nedin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di çarçoveya 34'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê de bi ser navê "Li Rojhilata Nêz Şer, Aştî û Kurd" panelek li dar xist. Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz bi rê ve bir û Îsmaîl BeşîkÇî axivî. Gurbuz axaftina destpêkê kir û got ku hemû hêzên kurdan niha li hemberî çeteyan şer dikin, di encamê de pêşketinek baş derket holê û Şengal rizgar bû. Lê agahiyek nexweş jî heye ku bajarên bakurê Kurdistanê di bin zordariyê de ne; di salên 90'î de gund dihatin valakirin, niha jî dewlet dixwazin bajaran vala bike, divê li hemberî vê yekê tevgera kurd haydar be.
Dûre Civaknas Îsmaîl Beşîkçî axivî. Vane ji axaftina Beşîkçî çend not:
- Di salên Şerê Cîhanê yê 1'emîn de dewletên ku bi ser ketin, welatên dagirkirî yên dewletên têkçûn parve kirin.
- Pirsgirêka Kurd çi ye? Di salên 1920'yan e parvekirina Kurdistanê, mafê avakirina dewleteke serbixwe ji destên kurdan; pirsgirêka kurd ev e.
- Di wan salan de "Cemiyeta Miletan" hat avakirin, nav li ser e a miletan lê vê cemiyetê ne mafên miletan, mafên dewletan parast. Mînak Kurdistan di bin zordariyê de ye lê qet wan ew neparastiye.
Îranê petrol da Sovyetê!
- Di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Kurdistan li ser piyan e, Şêx Mehmûd Berzencî Kurdistan îlan kiriye, di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de Kurdistan li ser piyan e, kurdên Îranê tevgereke neteweyî dane dest pê kirin, Komara Mehabad a Kurdistanê hatiya ragihandin lê Îranê ji petrolê maf da Sovyetê, Sovyet bi paş ve vekişiya, Artêşa Îranê êrîş kir û Mehabad têk bir.
- Di navbera dagirkeran û welatên ku wan dagir kirine de behr hebe ew welat serbixwe dibe, lê welatên dagirker ên welatê li kêleka xwe dagir kirine hene. Mînak Başûrê Tirkiyeyê Bakurê Kurdistan, Rojavayê Îranê Rojhilatê Kurdistan, Bakurê Iraqê Başûrê Kurdistan Rojavayê Sûriyeyê Rojavayê Kurdistan dagirkiriye. Di welatên li kêleka hev de tevgerên neteweyî her ji aliyê dagirkeran ve hatine çewsandin.
Her cure gazê bikar tîne
- Tu welatek emperyalîst bi ser welatê dagir kiriye de gaza kîmyewî bikar neaniye, ji ber ku ji reaksiyonên navneteweyî tirsiyaye, lê dema em li başûrê Kurdistanê dinêrin Sedam Huseyîn ev yek kiriye û di bikaranîna vê de rehet e jî. Di navbera 1983-86'an de li gundan, li girtîgehan bi ser girtiyan de gaz bikar anîne, ew gaz ceribandine, kîjan gaz dikare zêdetir bikuje. Qala aştiya navneteweyî tê kirin lê ji bo Kurdistanê qala vê nakin. Ev çawa aştî ye? Li tu derê dinyayê bi qasî ku Sedam komkujî kir li cihek din nehat kirin lê ne Londonê, ne Washingtonê li hemberî wî reaksiyon nîşan neda.
- Endamên Welatên Konferansê Îslamê li hev dicivin, qedexeya ziman a li Bulgaristanê şermezar dikin, vê dixin encamnameya xwe lê li ser komkujiya li ser kurdan gotinek jî nabêjin. Ji ber vê yekê Sedam ew qas rehet e.
Qibris mîlyonek e, kurd 50 mîlyon in!
- 28 endamên Yekîtiya Ewropayê hene, mînak Luksemburg, Qibris, mînak serjimara Qibrisê mîlyonekî nîn e lê dewlet e. Tu li kurdan dinêrî herî hindik 50 mîlyon serjimara wan heye lê li qada navneteweyî tu statuyeke wan a fermî nîn e. Gere kurd vê yekê baş fêm bikin.
Hejmara şehîdan û hejmara welatan
- Tiştek din jî van dewletan tu berdêl nedaye. Lê ev 200 sal in kurd têkoşîna azadiyê didin. Di vê têkoşînê de hejmara şehîdên ku dane bi mîlyonan e. Mînak ev hejmar ji hejmara serjimariya welatên wekî Slovakyayê zêdetir e. Kuweyt, Bahreyn, hejmara van jî kêmî mîlyonek e.
3 dewletan xwest Xweseriya Rojava têk bibin
- Li Rojavayê Kurdistanê xweserî hate îlankirin lê sê dewletan, Tirkiye, Katar û Erebistana Siûdî xwestin vê têk bibin. Serjimara Katarê 300 hezar e lê li dijî mafên kurdan ku 50 mîlyon in tevdigere, ew vî mafî ji ku di xwe de dibînin? Ji ber ku qada navneteweyî dij-kurd e loma vî mafî bi xwe re dibîne. Gere kurd vê yekê fêm bikin.
Hêzên mezin li cem kurdan in
- Hêzên mezin, hêzên navneteweyî li cem kurdan in, gere kurd ji vê yekê sûdeyê bi dest bixin. Lê hêzên herêmî dijî kurdan in. Kurd ji bo hêza hêzên herêmî (Tirkiye û Îran) têk bibin divê hêza xwe bikin yek, ligel hev îtîfaqê saz bikin. Divê li hemberî hev tawîzan bidin, ger li hemberî hev tawîzan nedin, dê mecbûr bimînin li hemberî hêzên herêmî tawîzan bidin û ev yek jî dê encamên giran bi xwe re bîne. Gere kurd li hemberî hev tawîzan bidin û nasnameyê bi dest bixin.
Rewşa Kantonan
- Kurd divê xwe bi xwe bi rê ve bibin Kanton ji bo vê yekê girîng in. Ger Kantonan ji bo vê, ji bo ber bi Kurdistana azad ve bixebitînî girîng in.
- Rêveberiyên herêmî jî girîng in. Ger walî bêne hilbijartin, kurd waliyên xwe hilbijêrin ev tiştek girîng e, ger tu bi xwe pêşeroja xwe diyar dikî ev girîng e.
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bulut: 'Pêdiviya kurdan bi dîplomasiyek yekbûyî heye'
- Selahattîn Demîrtaşî pirtûk îmze kirin
- Li Fûara Pirtûkan du rojên dawî
- Bozarslan: 'Sed sal paşê dîsa doktrîna Gokalp li ser kar e'
- Rojên îmzeyan a nivîskarên kurd
- Serokê TYB'ê: Hikumet bila aştî, hizûr û azadiya ramanê saz bike
- Çima panelek jî bi kurdî nîn e?
- ‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye
- Weşanxaneyên kurd ên beşdarî Fûara Stenbolê dibin diyar bûn