Diyarname
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser êrîşa pêşmergeyan a li Şengalê îro daxuyaniyek da çapemeniyê û wisa got: "Silametiya Rojhilata Navîn bêpevçûn . Silametiya Rojhilata Navîn sazkirina wekheviyê ji bo kurdan, sazkirina aştiyê ye. Em li ber birakujiyek in. Bi qasî mîsqalek fêdeya vê ji bo kurdan nîn e. Tenê fêdeya wê ji bo DAIŞ'ê heye. Kî dibêje ez dixwazim li hemberî DAIŞ'ê şer bikim divê ji bo rawestandina birakujiyê gavan biavêje. Şerê birayan li wir dê DAIŞ'ê xurt bike."
Baydemîr got ku di rezbera par ew ligel Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş çûbû Herêma Kurdistana Federe û wiha dom kir: "Li ser asta hevpar dema tevgerên siyasî yên kurd bên ba hev dê keda wan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, ji bo li Rojava û ji bo bidestxistina statuya kurdan dê ked çêbibe. Pevçûna li wê derê dê Tirkiyeyê jî bi paş ve bikişîne. Dibe ku di gava pêşî de fêdeya Enqereyê, Tehranê di vê pevçûnê de hebe lê di dema dirêj de ev dê berevajî berjewendiya tirkan, ereban, farisan û kurdan be jî. Em ji bo birakujiyê dibêjin na."
Mebûs Baydemîr got "Ji kî tê bila bê em birakujiyê qebûl nakin" û ev yek lê zêde kir: "Birakujî li hemberî şehîdên kurd û Kurdistanê, ji Şêx Seîd heta Seyît Riza, Mele Mistefa Barzanî heta roja me îxanet e. Hemû kurd û gelê Kurdistanê birakujiyê naxwazin. Ger îro bingeha xwînrijandina ji bo kurdan çêbibe dê ev yek bibe sedem ku ji bo kurdan fermanek din rabe."
Baydemîr bêyî nav bide bang li Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî kir û got: "Bange me ji bo kurd û kurdistaniyên ku berê gotibûn 'teqez di navbera kurdan de dê birakujî çêbene' ye û banga me ji bo hemû siyasetmedarên kurd û kurdistanî ye. Gere ew xwedî li van gotinên xwe derên."
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Şengalê di navbera pêşmerge û YBŞ'ê de şer dest pê kir


