Diyarname
Reş bi her sê tîpan tê nivîsîn, “ş”, “e” “r”. Em peyvê berevajî bixwînin, “şer”. “Şer reş e; kiryarên di şer de tarî ne.” Romana nû “Reş” jî dîmenen ji nav şer pêşkêş dike.
Nivîskarê malpera me Cîhan Roj ku herî dawî romana xwe “Hurcahil” pêşkêş kiribû vê carê bi romanek nû li pêşberî xwendevanan e: “Reş”. Roman “Reş” ku nû ji Weşanên J&J’yê derket yekem car li Fûara Pirtûkan a Stenbolê derket pêşberî xwendevanan. Li gor gotina weşanxaneyê nivîskar Cîhan Roj roja 13’yê mehê dê li fûarê be û pirtûkê îmze bike.
Ji bo kurdên Bakur salên 90’î wekî serdemekê ne. Di van salan de berxwedanek mezin derket holê. Ev sal bûn sala kuştin, girtin, binçavkirin, windakirin; bûn salên bi êş, lê bûn salê careke din berxwedan, carekedin rabûna ser piyan. Li ser van salan ne bi têra xwe be jî pirtûk hatin nivîsîn, roman hatin lêkirin, belgefîlm, fîlm hatin kişandin.
Cîhan Roj ku di navbera salên 1987-1997’an de li Mêrdînê bû, di nivîsên xwe de, niha jî di romanên xwe de ji wan salan sûde digire, bi gotinek din hem digire, hem dide. Romana “Reş” jî berê me dide wan salan. Wî, ji wan salan bala me daye “gunehkarên bêguneh”, bala me daye, “kujerên ku ji bo xwe fitû dîtine ku ew bêsûc in”!, bi bîra me xistiye bê di Geliyê Zîlan de çawa keçên kurd birine, pey re jî keçên bi pere birine, û Sanya ya ku di salên 90’î de bi destê zorê birine.
Roman bi awayek çîroka Celîl ku di romanê de ew xwe wekî Elînewêrek bi nav dike. Celîl ê ku bi aqilê xwe beled e, ew qas beled e ku bi bi aqlê xwe wê fikrekê bi dest bixe û welatekî rizgar bike!
Gelo di wî şerî de ji ber henekekê ji ber fort û pesnan çend însan bûn sebeb ku mirin biqewime, yanî qatilên bêguneh çiqas hene di nava me de!
Trawmayên koçberan. Gundên kurdan. Nivîskar Roj hewl daye “her demsala şer “ bi bîra me bixe ku di heman demê de em lê werqilin ku “tenê yek demsalek şer” heye, demsala ba, bageran û ‘çêlê şerê sar’…
Cîhan Roj kî ye?
Ew di sala 1965’an de li gundî Înaqa Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Gimgimê xwendiye. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa kurdî ve eleqedar e. Heta niha ev pirtûkên Cîhan Roj hatine weşandin:
- Ratîka (helbest), Weşanên Sî, 2002 – Stenbol
- Meyman, (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006 – Amed
- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008 – Stenbol
- Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weşanên Do, 2008 – Stenbol
- Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên Do, 2009– Stenbol
- Meşa Moriyan, (Roman), Weşanên Evrensel, 2011 – Stenbol
- Perde, (Roman), Weşanên Na, 2012 – Îzmîr
- Sehne, (Çîrok), Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013 – Duhok
- Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed
- Serkêş, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed
- Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015 – Amed
- Reş(Roman), Weşanen J&J ,2015, Amed
Reş / Cîhan Roj/ Roman /92 rûpel / Weşanên J&J / 2015
Têbinî: Weşanên J&J di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de li salona 2'yan nimreya 2105 D stand vekiriye. Yên bixwazin dikarin ji wir romanê bi dest bixin.