Diyarname
Ji aliyê Weşanên Lîs, Enstîtuya Goethe ya Stenbolê û Mona Kahve Evî ve li Amedê “xwendin û gotûbêjek” bi navê “Lê ger ne wisa be…” li dar dikeve.
Nivîskar Johano Strasser pirtûka xwe ya bi navê “Lê ger ne wisa be…” dixwîne û pêre jî dê gotûbêj bibe. Gotûbêj dê li Amedê li Mona Kahve Evi ( Akkoyunlu 1.Sok. Zafer Apt. 12/B Ofis) roja 19’ê vê mehê bi almanî çêbe û li bajarê kurdan wergera wê ji bo beşdaran ne bi kurdî dê yek ser bi tirkî çêbe.
Pirtûka Johano Strasser di sala 2011’an de ji aliyê Berra Sertel ve li tirkî hatibû wergerandin û pirtûk ji Weşanên Galata derketibû.
Nivîskar Johano Strasser di sala 193)’an de li Leeuwarden a Hollandayê hatiye dinê, di sala 1977’an de li Zanîngeha Azad a Berlînê di warê zanistên civakî de bûye profesor. Ew ji sala 2002’yan ve Seroka PEN’a Almanyayê ye.