Tenê ji bo TRT 6'ê reklama bi kurdî serbest e!
Diyarname
Rêzikname guherî û bi kurdî reklam serbest bûn lê tenê ji bo TRT 6'ê!
TRT 6 li gor rêziknameya "Bi ziman û lehçeyên cihê dikare weþan bê kirin" weþana xwe dike. Niha di xala 5'an de hin guherîn pêk hatin û wisa hate gotin: "Kanalên ku bi ziman û zavarayên cihê weþanê dikin bi wan ziman û zaravayan dikarin reklamê bikin. Ev reklam tenê di van kanalan de dikare bê kirin." Ev biryar di rojnameya fermî de îro hate weþandin û bi vê yekê tenê TRT 6 dê bi karibe bi kurdî reklaman biweþîne lê kanalên din dîsa dê nikaribin bi kurdî reklamê biweþînin.
Bi vê biryarê TV, radyo û înterneta TRT'ê jî dikarin jê sûde bigirin.