logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demirtaş: Silav ji bo yên jiyana birûmet didomînin

  • Dîrok: 11/09/2015
  • Beş: Nûçe

ŞIRNEX (DÎHA) 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li Hezexê de axivî û têkildarî rewşa dawî de wiha got: "Gelê me ne ji ber ku ji AKP'ê ditirse, ne ji ber ji cenderme, polîsan ditirse aşitiyê dixwaze. Ji ber ji wekheviya gelan bawer dikin dixwazin. Gelên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, eger em îro ji bo Cizîrê bêdeng bimînin dê ev agir her derî her kesî bişewitîn e. Qet nebêjin li vir Cizîr bişewite dê gelê li Bodrumê bi aramî bijîn. Lewra Bodrûm ji Cizîrê pir ne dûr e. Tiştên li Suriye û Iraqê hatin jiyandin wiha dest pê kir. Tirkiye jî nêzî vê ye. Vaye em ev 3 roje ne tenê ji bo Cizîrê ketine rê, ji bo hemû Tirkiyeyê ya li ber felaketê ye derketin rê." 


Heyeta HDP'ê ku ev 3 roj in ji bo li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya 8 rojin OHAL lê heye civîna koma xwe pêk bîne ketiye rê, li Hezexê civîna xwe pêk anî. Civîna komê ku Hevserokên Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'ê, parlementer, gelek endamên partî û gelê Hezexê beşdar bûn li Navenda Çanda Hezexê pêk hat. Dema hevserokên Giştî yên HDP'ê ketin li salonê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Cizîrê" hatin berzkirin. 

Di civîna komê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û axaftina xwe bi silavkirina gel dest pêk kir û diyar kir ku ew 3 rojin ji bo civîna xwe li Cizîrê bikin ketine rê lê dev ji civînê berde nikarin bikevin Cizîrê. Demîrtaş, da zanîn ku niha têkoşîna ji bo jiyana bi rûmet berdewam dike û bi gotina "Ji jiyana bi rûmet berdewam dikin re hezar silav" hemû têkoşeran silav kir. 

'Ji ber komkujiyan asayî nabînin têkoşîna aştiyê didin'

Demîrtaş, destnîşan kir ku komkûjiyên pêk tên tenê di 8 rojên dawî de ji salên dawî yên Osmaniyan dest pê kir, ji Mîr Bedirxanan heya niha gel bi van komkûjiyan re rû bi rû ye. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber ew van komkûjiyan, zilm û zordariyan normal pêşwazî nakin, qebûl nakin vê têkoşîna aşitiyê didin e. Demîrtaş, derbirî ku lêgerîna azadiyê ya gelê kurd her çiqas di siyaseta demokratîk de berdelên gelek mezin dabe jî, têkoşîneke ji bo wan jênager e ji bo gelê kurd hinceta jiyanê ye. Demîrtaş, diyar kir ku gelên li vir ne tenê ji bo rewşa awarte ya ev 9 rojin pêk tê daxwaza aşitiyê dikin, ji bo aşitî ji hemû gelan re lazime tê gotin. 

'Êrîş namerd in û Serokwezîr vê namerdiyê temaşe dike'

Demîrtaş, balkişand ser piştî daxuyaniyên Serokomar û AKP'iyan êrîşên li ser avahiyên HDP'ê û linckirinan û wiha axivî: "Ev êrîşên li ser avahiyên me û gelên me yên di nava kuçeyan de tên lînckirin hemû bi emrê AKP û Serokwezîr bi destê MÎT'ê tên kirinin. AKP talîmat dide MÎT organîze dike. Yê me diêşîne ne evin, ên me diêşîne êrîşên cîranên kurdan ên bi salan bi hev re jiyîn ên li hemberî dikan û malên wan e. Karkerên demsalî ji ber li ser erdnigariya xwe kar nedîtine û çûne ji ber xwedê ew kurd çêkiriye rastê êrîşan tê. Ev êrîş nijadperestiye, ne protestoyiye. Serokwezîr 2 rojin van temaşe dike. Hikumet van temaşe dike. Tiştên anîne serê Ermenan û Ruman niha di van êrîşên dawî de bînin serê kurdan. Nexwe ev ne protestokirina HDP'ê ye. Dikarin partiya me protesto bikin. Lê şewitandin û xirakirina avahiyên me, lînckirina mirovên me bêheysiyetî, namerdî ne. Serokwezîr jî vê alçaxiyî temaşe dike." 

Demîrtaş, da zanîn ku derheqê van êrîşan de tenê yek lêpirsînek hatiye vekirin û ew jî derheqê wî de hatiye vekirin. Demîrtaş, lêpirsîna derheqê daxuyaniya wî de hatiye vekirin cihê wî ya di Qanûna Cezaya Tirk de vegot. 

'Ev agir dê herkesî bişewitîne'

Demîrtaş, rewşa heyî jî wiha vegot: "Gelê me ne ji ber ku ji AKP'ê ditirse, ne ji ber ji cenderme, polîsan ditirse aşitiyê dixwaze. Ji ber ji wekheviya gelan bawer dikin dixwazin. Gelên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, eger em îro ji bo Cizîrê bêdeng bimînin dê ev agir her derî her kesî bişewitîn e. Qet nebêjin li vir Cizîr bişewite dê gelê li Bodrumê bi aramî bijîn. Lewra Bodrûm ji Cizîrê pir ne dûr e. Tiştên li Suriye û Iraqê hatin jiyandin wiha dest pê kir. Tirkiye jî nêzî vê ye. Vaye em ev 3 roje ne tenê ji bo Cizîrê ketine rê, ji bo hemû Tirkiyeyê ya li ber felaketê ye derketin rê." 

'Hûn polîtîkaqeyeke ewlehî ya ji yê Çîller zêdetir hişk pêk tîn in'

Demîrtaş, anî ziman ku ligel ew ji bo vê yekê derketine rê jî ji Enqereyê daxuyaniyên gefxwarinê digirin û ev tişt got: "Ji bo aşitiyê wêrekî ev e. Yên digotin 'min ji bo pêvajoya aşitiyê kefenê xwe girtiye destê xwe' îro li ku ne. Ji sedî 90'ên vî welatî li pey aşitiyê ye. Dibe ku wek partî winda bikin. Lê em dê tiştek ji wî qiymetir qezanc bikin. Di demên hêsan de axivîna aşitiyê hêsan e, yê pêwîst dike niha qala aşitiyê bê kirin. Eger hûn samîmî bin divê hûn soza ku we 2 sal berê da bû vê gelî bicih bînin. Lê hûn polîtîqayeke ewlehiyê ya ji yê Çîller hişktir dimeşîn in."

Demîrtaş, diyar kir ku wisa dizanin ku ew bi hezaran leşker û polîsan bixin Cizîrê dê her tişt hal bibe, lê nizanin ku berxwedaneke bêhempa derkeve pêşberê wan. 

'Herin ji kekê xwe yên teqawit bûne bipirsin'

Demîrtaş, bibîrxist ku li Cizîrê tîmên taybet tu mirovahiyê nasnake û bi çekên giran gulebaran dike û wiha got: "Herin ji kekê xwe yên teqawit ên JÎTEM'ê bipirsin. Di wî demî de me nikaribû di Cizîrê de tabelaya partiyê danîbûya. Wan çikir ku hûnê tiştek karibin bikin. Ew teqawit bûn û çûn partiya me ji sedî 94 deng girt." 

'Gotina em careke din bizivirin ser maseya aşitiyê dê hêsan nîn be'

Demîrtaş, balkişand ku di serî de Cizîrê li gelek cihên heremê birînên mezin çêbûne û xwîn ji vê birînî tê û wiha got: "Ji ber vê yekê ez bibêjim em careke din bizivirin ser maseya aşitiyê dê hêsan nîn be. Niha dîsa birînên me xwîn dibe. Divê pêşî em xwîna vê birînî bisekinîn in. Em bang li Serok Komar dikin; bangên em dikin ji KCK'ê bersivên erênî tên. Li aliyekê bersivekî wiha ji bangewaziyên me re tên, peywira dikeve ser milê Enqereyê diyar e. Parlemento nexebitî. Divê parlemento pêşî destê xwe deyine ser ujdana xwe." 

Demîrtaş, bertek nîşanê polîtîkaya weşanê ya medyayê ya ku derewên hikumetê vedişêrin û got ku wan temaşe nekin, ew bi xwe zawalî ne, zirarê didin lêgerîna aşitiyê. 

Demîrtaş, da zanîn ku tiştên li Cizîrê dijî tê rojek derkeve holê û destnîşan kir ku waliyê Şirnexê sûc dike. Demîrtaş, anî ziman ku ew dê rojekî vê hesabî bidin. Demîrtaş, ji walî re jî wiha got: "Ez bim cihê walî de dê minê pir bifikiriyam. Piştî 1'ê mijdarê AKP biçe ez ê çibikim. Cezayê derketina kûçeyê 100 TL ye, lê li Cizîrê cezayê derketina kuçeyê mirin e, kûştin e." 

Demîrtaş, li ser nûçeyên medyaya hawizê û daxuyaniya Serokwezîr a "Yên li Cizîrê tên kûştin PKK'yî ne" jî bi xwendina nav û temenê li Cizîrê hatine qetilkirin bersiv da. Demîrtaş, derbarê gera xwe ya dê bajêr û navçeyê de jî agahî da. Piştî daxuyaniyê li salonê dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" hat berzkirin. 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2016: Lîsteya pirtûkên bi kurdî derketine

ad

Mebûs û şaredar bûn aboneyê Azadiya Welat

ad

Şerma giran

ad

Saet: 21.00: Li Culemêrgê DTP bi ser ket

ad

Jinên Amed Spor û Hakkarigucu Sporê dê Super Lîgê de bilîzin

ad

Ji girtîgehê oteleke luks çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname