Diyarname
Li gor encamên ne fermî li Culemêrgê DTP'ê bi sedî 80 şaredarî bi dest xist.
Berendamê Şaredariyê yê Culemêrgê yê DTP'ê Fadil Bedirhanoglu bû. Li gor agahiyên dawî ku saet nêzî 21.00'ê hatin ji 107 sindoqan 105 sindoq hatine vekirin. Ji 30 hezar dengî ku 27 hezar û 306 hebên wê hatine qebûlkirin berendamê DTP'ê 21 hezar û 259 deng girt (sedî 80,20) girt û şaredarî bi dest xist. Berendamê AKP'ê jî bi sedî 15,86 (4 hezar û 204 deng) girt.


