Diyarname
Li ser wefata hunermendê navdar Neşet Ertaş BDP'ê daxuyaniyeke sersaxiyê weşand.
Daxuyaniya nivîskî li ser navê Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak hate weşandin.
BDP'ê di daxuyaniya xwe de got ku ji ber wefata hozanê gel ê mezin, dengê xurt ê Anadoliyê Neşet Ertaş em di nav xemginiyeke mezin de ne û wiha dom kir: "Wî ji dêvla hunermendiya dewletê ku pêşniyarî wî kiribûn, hunermendiya gel pejirand, di nav dilê gel de text saz kir û wisa hozanekî bû ku dê valahiya wî qet neyê dagirtin."
BDP'ê got ku ew dê bi berhemên xwe yên ku wekî mîrate li dû xwe hiştiye û bi şexsiyeta xwe ya hurmetkar a hunermendiya bê bibîranîn.
BDP'ê ji bo Ertaş ji Xwedê rehmet û ji bo malbat, nas û dost û hezkiriyên wî jî sersaxî xwest.
***
Nûçeya eleqedar:
- Hunermendê gel Neşet Ertaş wefat kir