Diyarname
Li Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kamyoneke bombebarkirî hate teqandin. Tê gotin ku li dor 10 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê îro saet derdora 09:20'an de li Taxa Enteriyê teqînek pêk hat. Li gor nûçeya ANHA'yê kamyoneke bombebarkirî li kolana di navbera avahiya asayîşê û herêma Sinaa de hate teqandin. Hate zanîn ku di encama teqînê de ji welatiyên sivîl ên li herêma Sinaa li ser karê xwe bûn li dor 10 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene. Kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên bajêr. Her wiha di avahiyên derdorê de ziyana madî pêk hatiye.
Hate zanîn ku kamyona hatiye teqandin piştî ku bombe lê hatiye bar kirin, ser kamyonê bi xîz hatiye dagirtin da ku balê nekşîne.
Li herêmê hêzên asayîşê lêkolînên xwe didomîne.