Komeleya Nivîskaran Serokê xwe hilbijart
Diyarname
Rêveberiya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê îro li Amedê civiya û hem serokê xwe hilbijart û hem jî karbeþî pêk anî.
Komeleyê 10'ê vê mehê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xistibû û rêveberiyeke nû hilbijartibû. Endamên rêveberiyê yên nû îro li avahiya xwe civiyan û hem serokê xwe hilbijartin û hem jî karbeþî pêk anîn. Li gor encama civînê helbestvan Þexmûs Sefer ku di heman demê de nivîskarê malpera me ye ji bo serokatiya komeleyê hat hilbijartin. Mehmet Çakmak ji bo cîgirî û Mehmet Deviren jî ji bo karên darayî hat hilbijartin.
Di kongreyê de Þêxmûs Sefer, Mehmet Çakamak, Lal Laleþ, Sîdar Jîr, Dilawer Zeraq, Îrfan Babaoglû û Mehmet Devîren ji bo rêveberî hatibûn hilbijartin.
***
Nûçeya eleqedar: