Der barê Leyla Zana de lêpirsîn dan dest pê kirin
Amed
Der barê berendama Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Leyla Zana de ji ber axaftina wê ya li Hezroya Amedê lêpirsên hate dest pê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Xwedî Rayeya Taybet, ji ber axaftina Zana de lêpirsîn da dest pê kirin. Dozgeriyê ji Emniyetê deþîfreya axaftina Zana xwest.
Zana di axaftina xwe ya li Hezoyê de wiha gotibû; “Êdî dem ew dem e ku em rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Divê em êdî gerîlayên xwe di nava xwe bibînin. Em dixwazin bibin hevkarê hikumetê. Ger qebûl bikin, em dixwazin bi wan re bijîn. Ger nexwazin jî em ê bi xwe vana biafirînin. Wê rojek were Ocalan wê di nava gelê xwe de be, bibe mamostayê zarokên gelê xwe. Ez di wê baweriyê de me ku ew roj nêzîk e.”