• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?

Dîrok : 26 01 2009 | Beþ :

Serbest


Fêrgîn Melîk Aykoç


“Ha gidî, de gidî, ha gidî, de gidî”
Dema bavê min, yan jî zarokatiya min tê bîra min, ez berê vê stranê dibêjim. Ev ji bavê min ji min re yadîgar maye. Lê gelek mixabin ku ev stran ji bavê min û ji zaroktiya min hatiye dizîn. Gava min di pirtûka bi navê “Baxçê Zarokan” de navekî din wekî afirîner û niviskarê vê stranê di bin gotinên vê stranê de dît, ji ber ku bavê min hat bîra min, berê rûniþtim, wekî zarokan giriyam. Dû re jî li navnîþan û telefonên wan kesan geriyam, lê bi destê min neket. Baþ bû ku wê gavê bi destê min neket. Li cem me gotinek heye, dibêjin: “Bi hêrsê çû Kêrsê!” Minê jî bi wê hêrsê hêvî û dilê wan biþikanda.
Min ji zû ve dixwest ku ez carê li ser vê mijarê binivîsim. Lê carnan ji ber qehiran, carnan jî mijareyeke hê girîngtir derdiket pêþiya min, lema min tim digot: “Careke din.”
Di vê kêliyê de got û bêjên li ser ramanê çîrok û romanan, bi giþtî yê berheman ji hev girtinê, gelek germ bûye. Bi rastî jî di vî warî de þaþî, yan jî tênegihîþtinên nerênî di nav nivîskarî û lêkolîneriya kurdî de heye. Ev bi serê xwe mijareyeke berfireh e, pêdivî bi nirxandin û zelalkirinan heye. Di mijara “Miþko” de ev rewþ hê xirabtir e. Giþan navê afirînerê strana “Miþko” înkar kirine. Heta hinekan bi navê lêkolînerî û zanyarî ev kirine malê Þivan Perwer.  Lê ez baþ dizanim ku Þivan Perwer negotiye; “Ev strana min e.”
Kalikê me ji gundê Balijê ye. Ev gund girêdayiyê navçeya Nazmiyê ya li ser Dêrsimê ye. Ew ji wir radibin, tên li çala Girê Gakvîn e (Demirtaþê) bi cih dibin. Salek berê serhildana Þêx Seîd, tên li gundê Depê Baxçecikê datînin. Li pey kujeriya Þêx Seîd ji Baxçecixê bîst û pênc mêrî dibin, li Xezika di bin çiyayê Qurucê de dikujin. Birayê kalikê min di nava wan de bû. Kalikê min bi birîndarî revîbû û xwe veþartibû. Li pey mehekê jî bi wê birînê dimire. Pîrika min a nijad ermenî bi yekê ermenî re dizewice û tê devera Vartoyê û li gundê Baskan bi cih dibe. Bavê min jî bi diya xwe re tê Baskan.
Bavê min hetanê dibe 35 salî jî, nazewice. Gundiyên Baskan û yê der û dorê jê re dibêjin; “Tu alevî yî,” keç nadinê. Ew jî radibe diçe nav Xormekan (alevî ne), lê ew jî ji wî re dibêjin: “Tu ji Baskan î, sûnnî yî, em keç nadin te!” Bavê min jî li yeka ne alevî ne sûnni digere, lê nabîne. Dû re xalanên min ê lolij (alevî ne), yên hem diçin cemê û hem jî diçin camiyê tên gund. Meta min û diya min berdêlî dikin. Bi vî awayî bavê min jî, bi derengî be jî digihîje mirazê edetî. (Min ev mijar ji ber taybetiya wê di romana xwe ya bîrewarî ya bi navê “Dîlên li ber pûkê” de bi berfirehî aniye ziman.)
Diya min çar salan zarok nayne, li pey jî xwiþka min dibe, berê ku ew sala xwe tijî bike, dimire.  Dû re jî ez di payîza sala 1951’ê de têm dinê. Bavê min pir þa dibe. Bi hestê þahiyê min li ser çoga xwe dide rûniþtin û cara yekem, bi taybetî ji bo min vê strana “Miþko” dibêje. Ango afirînerê wê bavê min Ahmet Aykoç, “Ehmedê Gulê” ye.
Min di payîza sala 1984’an de li Franfurtê (Almanya) ev stran da Þivan Perwer. Hetanê wê çaxê jî kesî ev stran nedizanî. Dû re Þivan çend çekû li vê stranê zêdekir û di kaseta xwe ya ji bo zarokan de xwend. Orjînala vê stranê wiha ye:

“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.

Ha gidî miþko, de gidî miþko
Tu dijminê nanê hiþko
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî

Ha gidî miþkê wisa kuvî
De gidî miþkê wisa kuvî
Tûr û barê me kir nîvî
Ha gidî de gidî ha gidî de gidî

“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.

Ha gidî miþkê wî arisî
De gidî miþkê wî arisî
Li me nehîhîþt nan garisî
Bir û xwaro pê fetisî.

Ha gidî de gidî ha gidî de gidî

“Harna nîna, nîrna nîna
Nîna, nîna, narna nîna.”

Gotinên “Miþko ji miþkan re bû miþk..” û ji wê wê ve Þivan lê zêdekiriye. Niha jî em werin ser qaþo lêkolîneran.
Di pirtûka bi navê “Baxçê Zarokan (Stran û muzika zarokan)” ku bi hêla A. Gernas / Farid Nadhar ve hatiye amadekirin de di binê vê stranê de. “Gotin û mûzîk : Þivan Perwer dinivisîne. Ango van camêran bê lêkolîn û pirsînê, girtine di bin de navê Þivan nivisîne, çi lêkolînvaniyeke hêsan?
Li pey jî Koma Agirê Jiyan di sêlika xwe de xwendiye. Wan jî di bin vê stranê de “Gelêrî, herêm Varto” nivisîne.
Niha mirov di warê exlaqî ve vê mijarê çawa þirove bike. Çi navî li vê forma bikaranîna strana kesekê bike. Kesên wek Celal Guzelses û yên din bi sedan melodiyên stranên kurdî girtin, hin gotinên vala li hev anîn û wekî stranên xwe ji tirkî re kirin mal, ku hîna jî ev awa sextekarî û dizî didome. Dibêjin strana, “Miþko” jî kirine tirkî, lê min hîn nebihîstiye. 
Kesên lêkolîner divê hetanê rastiya mijar û diyardeyeke nebîne, nenivisîne û ji kesan re neke mal. Mirov dikane bibêje: “Ev stran ji filan kesê/î hatiye girtin.” Lê divê mirov nebêje malê min, yan jî yê filan kesî ye.
Em taybetiya Swêdê dizanin. Dewleta Swêdê demekê ji bo nivîskar û lêkolîneran alîkarî dida. Ji wê hem yên xwediyê heredarî û normên lêkolînerî û nivîskariyê bûn, hem jî yên ji vê rastiyê dûr bûn, dest avêtin vê mijara nivisandinê. Çîroka Hesenê Metê ya bi navê “Êþ” vê taybetiya nivîskariya Swêdê bê kêmasî þirove dike. Eger wer neba xebatekê wekî xebata “Baxçê Zarokan” bê lêkolîn û hûrkolînan, bi lez û bez nedihat weþandin.
Di warê xwendin û hûrkolina tiþtan de ez keseke çavbirçî me. Lê ji ber ku derfetên di destê me de li dora sifirê ne, ev jî pêþî li hin tiþtan digire. Min demekê jî serê xwe li ser dengbêj û stranbêjan êþand. Hema bigire yek ji wan li ser stranan nakevin nav lê û hûrkolînan. Gava ketin tengasiyê jî, hema di bin de “gelêrî” dinivisînin û derbas dibin.
Divê êdî di nava me de jî hin norm û sincên nivisîn, stran û afirînerî rûnin. Tu kes dernekeve derê van norman. Divê di hin waran de rexnegirî û wijdana rewþenbîrî rûne ku mirov bikane pêþî li dizî, þaþî û xeletiyan bigire.

capanik51@hotmail.de  

 

 

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

 

- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan

- Þîrîn yan Þêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Þîrîn yan þêrîn?

- Mehîra rewþenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Ev jî hene

Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe

Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe

08 09 2017

Parqa Amûdê

Parqa Amûdê

10 08 2008

Du cure xwendevan: Yên berhemê, yên populîzma nivîskar

Du cure xwendevan: Yên berhemê, yên populîzma nivîskar

15 03 2014

Di sê pirtûkên kurdî de bikaranîna peyvan ên ne di cih de

Di sê pirtûkên kurdî de bikaranîna peyvan ên ne di cih de

17 03 2019

TZPKurdî li ser kurdî biryarên girîng girt

TZPKurdî li ser kurdî biryarên girîng girt

24 09 2011

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname