Diyarname
Li Erebistana Siûdî îro hilbijartinên şaredariyan hebûn û yekemîn car jinan karî herin hem bibin berendam hem dengê xwe bidin.
Di hilbijartinê de 5038 mêr bûbûn berendam, beramberî vê 978 jin berendam bûn. Bi giştî 130 hezar jinan ji bo dengdayînê navê xwe qeyq dikiribûn, beramberî vê mîlyonek û 350 hezar mêrên hilbijêr hene.
Belê jin bûn berendam lê nekarîn bi awayekî eşkere propaganda bikin; yan ji pişt perdeyek re axivîn, yan jî mêrek ew temsîl kirin û li ser navên wan axivîn.
Di dîroka Erebistana Siûdî de ev sêyemîn car e hilbijartin çêdibe. Ya yekem di navbera 1965-2005'an de qet hilbijartin çênebû, yekem car wê çaxê çêbû. Dûre di sala 2011 û îsal.
Ev dengdayîn ji bo jinan gavek biçûk e, gavek erênî ye lê jin hê jî li Erebistana Siûdî nikarin erebeyê bajon ku ji bo wan qedexe ye û her wiha bêyî mêrek li cem wan hebe nikarin derkevin derveyî welat.


