Diyarname
Saziyên girêdayî TFF'Ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) yên wekî Lijneya Tahkîmê, PFDK (Lijneya Raçavkirinê ya Dîsîplînê ya Profesyonel), UÇK, MHK, ETÎK, Lijneya Tescîla Lîsansan a Klûban îro bi îstîfayan hejiyan. Berpirsên van saziyan di çarçoveya lêpirsîna FETO (Rêxistina Terorê ya Fettulah) de îstîfa kirin.
Ji TFF'ê daxuyanî hat dayîn ku li ser daxwazên rêveberan îstîfa kirine û wisa hat gotin: "Ji bo lêkolîn baş bê kirin hemûyan îstîfa kiriye, di encamê de yên ku pak derkevin dê îstîfaya wan neyê qebûlkirin û ewê karê xwe bidomînin, yên din îstîfaya wan bê qebûlkirin."
Van saziyan par gelek cezayên neheq li Amed sporê birîbûn.
Ji bo destpêkirina lîgan hindik maye û dê rewş çawa di rojên pêş de dê diyar bibe.