Diyarname
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist belgefîlmên kurdan jî pêşkêş dike.
4'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist 30'ê mehê êvarê bi kokteyleke dest pê kir. Documentarîst ku 31'ê mehê dest bi nîşandayîna belgefîlman dike heta 5'ê pûşperê li dar e.
Di Documentaristê de ji 40 welatî 80 fîlm têne nîşandayîn û ji van welatan 40 kes jî wekî mêvan tên Stenbolê. Documantarist ku belgefîlên li Tirkiyeyê ji aliyê SİYAD'ê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) ve hatine hilbijartin belgefîlmên derhênerên kurd jî pêşkêş dike. Belgefîlmê Cemil Oguz "Rewşen", yê Aziz Çapkurt "Diya Min Aştî Dixwaze" yê Sabite Kaya "Bedenên Bêrih", yê Murat Ozturk "Olu Canlar", yê Fatin Kanat û Necmettin Salaz "Helebçe" têne nîşandayîn.
Vane ew belgefîlm û hin bijarteyên din, tevî cihê nîşandayînê û seansa wan:
Rewşen
Derhêner: Cemil Oguz
44 deqîqe
Heta destpêka salên 1990’î li Tirkiyeyê peyva “Kurd” jî qedexe bû. Di sala 1991’ê de zagonek bi hejmara 2932’yan diguhere û bi vê re kurd weşanan derdixin. Kovara Rewşenê jî wê demê bi kurdî-tirkî derdikeve. Rewşen ku piştî çend salan hemû dibe bi kurdî di warê rewşenbiriya kurdan de gavên girîng davêje. Fîlm wan salan, derketina kovarê, zehmetiyên xebatkaran, zehmetiyên ziman nîşan dide, di heman demê de ji salên 90’î heta 2000’î anekdotên li ser wê demê pêşkêş dike.
Navenda Çanda Fransiz
04.06.2011, Saet: 12.00
Salona Cezayîr:
05.06.2011, Saet: 14.00
***
Diya Min Aştî Dixwaze
Derhêner: Aziz Çapkurt
52 deqîqe
Di dema ku şer bi hemû gurahiya xwe êşan dide kişandin de hêviya dayikan her ew e ku bigihîjin zarokên xwe. Fîlm li Amed, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê hatiye kişandin. Dayikek ku kurê wê 16 sal in di girtîgehê de ye, dayikek ku kurê wê bar kiriye Stenbolê û dayikek ku kurê wê li leşkeriyê ye li benda zarokên xwe ne. Belgefîlm çîrokan wan pêşkêş dike.
Salona Cezayîr
03.06.2011, Saet: 20.00
Navenda Çanda Fransiz
05.06.2011, Saet 12.00
***
Olu Canlar
Derhêner: Murat Ozçelik
90 deqîqe
Derhêner Murat Ozturk çîroka jiyana xwe kişandiye. Ozturk hê di 17 saliya xwe de dema li lîseyê ye tê girtin. Di sala 1999’an de di operasyona Girtîgeha Ulucanlar de 10 girtî têne kuştin, hin birîndar dibin. Di nûçeyên tv yên pêşî de tê gotih ku Ozçelik jî hatiye kuştin. Diya wî ji bo cenazeya kurê xwe bigire diçe Enqereyê. Paşê hîn dibe ku kurê wî nehatiye kuştin ew şandine girtîgeha Amasya. Belgefîlm wê demê radixe ber çavan.
Salona Cezayîr
01.06.2011, Saet: 16.00
***
Bedenên Bêrih
Derhêner: Sabite Kaya
59 deqîqe
Belgefîlm têkoşînan kesên dixwazin ji cîhana fihûşê rizgar bibin ku bi zorê yan jî bi awayên din ketine ser vê rêyê nîşan dide.
Salona Cezayîr:
31.05.2011, Saet: 18.00
Navenda Çanda Fransiz
02.06.2011, Saet: 12.00
***
"Helebçe hêviya bêdawî"
Derhêner: Fatin Kanat, Necmettin Salaz
73 deqîqe
Belgefîlm li ser komkujiya Helebçeyê ya di 16,17,18'ê adara 1988'an hatiye kişandin. Di belgefîlm de bi 10 kesên bi wan re hatiye axaivîn û dîmenên wê demê bûyera Helebçeyê careke din tê ber çavan.
Navenda Çanda Fransiz
03.06.2011, saet 16.00
Salona Sînemayê ya Muzeya Perayê
04.06.2011, Saet 12.00
***
Li ser Bendava Firatê ceribandinek
Derhêner: Omar Amiralay,
12 deqîqe
Jiyana Rojane ya li Gundek Sûriyê
Derhêner: Omar Amiralay
82 deqîqe
Her du belgefîlmên Omar Amîralay yek jê li ser bendava ku li ser çemê Firatê hatiye kişandin û yê din jî li ser jiyana rojeke ya li gundek Sûriyeyê ye. Her du belgefîlm di heman seansê de bi hev re têne nîşandayîn.
Navenda Çanda Fransiz
03.06.2011, 14.00
***
Kurê we Erdal
DerHêner: Tunç Erenkuş
76 deqîqe
Sinan Suner, Zekeriya Onge, Erdal Eren û Ercan Koca... Belgefîlmê "Kurê we Erdal" li ser jiyana van kesan ku di navbera salên 1977-1984'an de bi awayekî jiyana xwe ji dest dane hatiye kişandin. Di belgefîlm de jiyana Erdal Erenê ku Derbeya 12'yê Rezberê temenê wî mezin kir û ew îdam kir jî heye.
Salona Cezayîr
01.06.2011, Saet 14.00
Navenda Çanda Fransiz
03.06.2011, Saet 20.00
Têbinî: Di Documanteristê de di piraniya seansan de du belgefîlm bi hev re têne nîşandayîn.
**
Nûçeya eleqedar:
- Di Documentarist de ji 40 welatan 80 fîlm hene
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


