logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Kurdên Tirkan!

Rojnamevanekî kurd, ji Kurdistana Îranê ye, derbarê pêşeroja kurdan pirsekê ji wî dike.

  • Dîrok: 12/01/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

İbrahim Genç

Li Cizîr, Sîlopiya û Sûrê qedexeya derketina derve û şer didome. Li gorî raporan, ji ber van ablûkayan 169 kesên sîvîl  jiyana xwe ji dest daye. Heta niha li 7 navçeyên 20 bajarên Kurdistanê bi tevahî 286 rojan qedexe hatiye danîn. Yanê 286 rojanli wan deran jiyan hatiye betalkirin. Ji ber vê yekê hin kes mehkûmî mala xwe bûne, hin kes bûne penaber li welatên xwe… Bifikirin ku dayik neçar mane ku zarokên xwe yên hatine kuştin xistine sarincê. Dergûş di zikê diya xwe de hatine qetilkirin. Dayik serê sibê li ser taştê hatine kuştin, cenazeya dayikekê hefteyekê li kolanan maye…

Ji ber vê zilmê jinek bi girêdana telefonê di bernameyeke talk showê de bi tenê dibêje ku “Li rojhilatê dilan zarok tên kuştin, Rica dikim ku li hemberî vê  yekê xemsar û sersar nebin!” Lê weke hûn jî dizanin ji ber vê gotinê doz li vê jina wêrek tê vekirin. Gelo sûcê vê jinikê çi ye? Ez dibêjim qey me xelet fêm nekir. Wê tenê got ku “Zarok dimirin” Mixabin pêşkeşvanê bernameyê Beyazit Ozturk jî xwe  bada û got “Ez lêborina xwe dixwazim” Çima? Çimkî di bernameya wî de gotine ku “Li rojhilatê welêt zarok dimirin.” Hezar mixabin li we, hezar mixabin li we…

Bi rastî di rewşa îroyîn de ti gotin ji dile me re nabe tercuman. Li hemberî vê zilmê ziman dê çi bike, çi bibêje! Li alîyekî welêt şer heye û di vî şerî de jî li kurdan neheqî, hovîtî û zilm tê kirin. Lê belê li rojavayê welêt rojev bi tiştên ecêb tijî ye. Kêfa her kesî li şûnê ye. Jiyan didome, şevên rojavayê bi reng in. Gelo ev dimenên ku ji Kurdistanê tên ji Fîlîstinê bihatana, dîndarên Tirk dê bertekeke çawa bidana? Jixwe xuya ye ku îro tiştên li Kurdistanê diqewimin, li Gazeyê neqewimiye. Nehatiye dîtin….

Lê tê dîtin ku li hemberî vê zilmê beşek kurd jî gelek sersar in. Halbûkî ew jî mensûbê vî gelê mezlûm in. Divê tiştê ku tê serê kurdekî, weke hatiye serê wan hîs bikin. Lê mixabin gelek kurd hene ku bi tenê bêrîka xwe difikirin. Bila karê wan baş be bes e! Ez baş dizanim ku ew jî weke me hay ji vê zilmê hene. Ji bo ku bê fêmkirin, ez ê ji pirtûkekê mînakekê bidim.

Di pirtûka Cengîz Aytmatov a Gün Olur Asra Bedelê de lehengek bi navê Sabîtcan heye. Mesele gelek dirêj e lê ez bi kurtasî behsa Sabîtcan bikim. Malbat û xizmên Sabîtcan dixwazin ku li war û bîranînên xwe xwedî derkevin. Yanê ew dixwazin ku li hember sistema Rûsan kevneşopiya xwe ya Qirgizî biparêzin. Lê ji ber ku Sabîtcan li dibistanên sîstemê xwendiye û karê wî gelek baş e, li hember çand û bîranînên xwe sersar e. Ji bo wî tiştê herî girîng jiyaneke rehet e. Lewma li wasiyeta bavê xwe jî xwedî dernakeve. Herwiha dostê bavê Sabîtcan ji wî re dibêje “Tu Mankûrt i, tu mankûrt î!” Ez dibêjim qey hûn dizanin “Mankûrt” çi ye û ji kê re tê gotin…

Lê belê di nava kurdên me yên Bakur de jî zehf “Mankûrt” hene. Heta ku hinek ji xwe re dibêjin “Em kurdê tirkan in” Çend rojan berê ji Washingtonê diyalogek hat weşandin. Axaftvan alîkarê serokvezîr Mehmet Şîmşek e. Şîmşek li Amerîkayê di konferansa Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Sîyasetê (SETA-DC) de diaxive. Piştre rojnamevanekî kurd, ji Kurdistana Îranê ye, derbarê pêşeroja kurdan pirsekê ji wî dike. Dema ku Şîmşek bi kurdî diaxive, dibêje “ez Kurdê Tirka me!” Bi rastî Xwedê dide gotin. Gelo “Kurdê Tirkan” çi ye, tê çi mehnayê? Gelo dema ku zilm li kurdên sîvîl tê kirin, Kurdên Tirkan jî bi vê diêşin?

Bi kurtasî, îro li bajarên kurdan zilmek heye. Li hemberî van zilman divê sekna mirovahiyê hebe.  Bi taybetî ji sekna kurdan. Çimkî kurdîtî ne bi gotinê ye, ne bi peyvekê ye… Barê kurdbûnê giran e. Ya vî barî hildin ya jî ji kurdîtiyê îstîfa bikin.

Ewqas…

brhmgnc1@gmail.com

11.01.2016, Yuksekovahaber

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermend Seîd Yûsiv di salvegera wefata xwe ya 4ˊan de hate bibîranîn

ad

Berendama Şaredariya Sêrtê Alagaş hat binçavkirin

ad

Demîrtaş: Ne kurd, rojavayê Tirkiyeyê bêçare ye

ad

Fermo; "Pûşpera Gêlazan"

ad

Barzanî: Bijî biratiya tirk û kurdan

ad

Bikaranîna paşgira 'van' bi awayekî nerast

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname