Gernas Roderîn
Dema ku qala heft saliyê tê kirin, wekî gelek kesên kurd, sala destpêkirina dibistana ku her sibe mezinên me bi kotekî em dibirin û sonda nîjadperestiya tirk bi xwendevanên porkurt, çavtirsandî û di nava wan onlikên (forma reş) cabûnê zivir de didan xwendin, tên bîrên me yên ku rêvebirên dewletê hewla şûştin û miçiqandina wan bîran didan/didin.
Belê; ma mirov kîjan janê binivîse û di ser kîjanê re biqevize ez nizanim lê ezê parîkî be jî derbirîna hin hest û serpêhatiyên xwe yên wê demê bikim. Ez bawerim ji bo çespandineke zanistî ya hest û serpêhatiyên me hewce nake mirov tezên psîkanalîstan wergire. Lewre çi destpêkerê vê mijarê Kekê Yûsif Biyanî û spasî we dikim, çi jî peyrewên wî yên hêja dest navêtine aliyê zanistî yê mijarê û belkî jî zanist, bila zanyar li min negrin, di îroyîn de têra pênasekirina jan û birînên me neke jî. Niha ez dikarim derbasî qewama xwe bibim.
Wekî gelek hevtemenên xwe yên bextreş min jî di sala 86`an de dest bi çûna aşê hesthêr (ezê bêjeya dibistanê ji vir û pê de wisa binavînim di vê nivîsê de) kir. Heta hingê wekî her zarokên kurd li malbata min jî bi kurmancî dihat axaftin. Lê kurmancî ne tenê li malê, her wisa li kolan, tax, sûk, geryan û seyranan misêwa serwer bû. Li cihekî wekî Navenda Mêrdînê ku hingê ajovanê dolmîşan (tirimbêlên nava bajêr yên rêwiyan) piranî ereb bûn, bi kurmancî bi rêwiyên kurd re didan û distendin. Li aliyê din ew lîstikên me yên ku hejmarokên kurmancî û netebtiyiya me di wan de çirvîtk davêtin:
Ooooo
Yek dudo
Bawer sisê
Çeqla fisê
Mamo dîno
Kevirê şîno
…
Wisa dilûbiyan lêvên me beriya ku yekî ji nava me yê xurtirîn tiliya xwe ya nîşandekê bi dengkirina “Ooooo”yê re çend caran di devê xwe de çep û rast dihejand; paşê jî bi vegotineke teqldar re ew tilî yeko yeko li ser zarokan dizivirî. Heta ku bi bêjeya dawî re li ser yekî ku di rêzê de bû rawestanda ango pîrik (hoçik) bihata hilbijartin ev seremoniya destpêkê diqediya. De îcar kî dikarîbû me bitebitanda. Lîstikên me salûkat li dar bûn. Havînan ji sipêdeyê heta banga meleyê îşa, zivistanan jî heta hingûrê bêyî ku em ji lîstinê têr bibin, didomiyan. Çavgirtînka ku li aşê hesthêr navê wê bû “saklambaç”, xarika ku bû “mîsket”, şilêya ku bû “çelîk çomak”, xêzika (kupînoz) ku bû “sek sek” û hwd. gelek lîstikên me bermeqlûb kirin û ji tehma xwe ya ku hê jî di quncikeke binê zimanê me de maye, roj bi roj derxistin. Ji wê tehmsariyê hem devê me şewitîbû û hem jî mozqirtkan bi zimanê me yê ku êdî difafikî, dilikumî û sernixûnî erdê dibû, vedabûn. Her cure derbirîna me wekî noka ku li kevir bikeve, tûşî vê bermeqlûbkirinê hatibû û em…
Ezê niha jî qala rewşek ji rewşên ku derûniya zarokekî heft salî çawa tarûmar dike bi we re par ve bikim. Mirov jixwe di nivîsekê de bi tenê dikare qewamekê par ve bike.
Rojekê mamosteyê me yê ku ji Artvînê bû yek bi yek xwarina me ya ku şeva din me xwaribû dipirsî. Min jî şevek berê hûr û rêvî (Kurdên Mêrdînê wisa dibêjin) xwaribû. Lê ew xwarina ku her car min bi hezekê dixwar wê hingê di ber min de şiriqî, dilê min xeyirî, xwîna min miçiqî û tevizîm. “Xwedêyo! Ezê çawa xwe xelas bikim?” dibêjim di hundirê xwe de. Gelek zarokên kurd û ereb ketibûn rewşa min a kambax. Lê yên polîs û leşkeran yekser bersivandibûn ligel kenekî tinazpêkir. Dema ku dor hat min, ji çend lawirên ku min navê wan ji televîzyonê seh kiribû, navê “tîlkî” (di tirkî de rêvî) ji devê min pekiya. Bi vê pekînê re mamoste hê bêtir nêzî min bû, bi ken;
“Ya, oyle mi oglum, demek senin baban avci?!” (Waa, bi rastî jî kurê min, naxwe bavê te nêçîrvan e?!)
“Avciii?!”
“Evet oglum,avci.”(Erê kurê min, nêçîrvan.)
Hê bêhtir fafikîm:
“Be n bi l mi yo r av ci”(Nizanim avci çi ye.)
Û mamoste dest bi dersa taybet ya ku mijara wê “avci” bû kir, ligel kenê wî û yên zarokên tirk. Lê vê carê bi siûd bûm hinekî. Lewre, di rojên pêş de tiştên ku me jê fêm nedikir ligel şeqamên ku çirûsk ji ber wan diçûn me fêrî “tirkiya xweş” dikir.
Belê ev qewama qet ji bîra min naçe. Ji dema ku mamoste dest bi pirsê kir û heta niha jî ez di binê bandora wê derûniya ku nayê pênasekirin de me. Ev qewam bi rastî jî li ber werîsekî, mûyeke, hew. Bi hezaran mûyên wisa ku bi demê re bûn kindir û li stûyên me hatin badan, hene. Bi rastî jî kurdên ku hest û heşê wan di vî aşê hesthêr de hatibe hêran, ku ne hejmarek kêm e, dibe ku di pêşerojê de bibin mijarên tezên nû yên psîkanalîzmê.
***
Nivîsên Gernas Roderîn ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2
- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê


