Diyarname
Nûnera Azadiya Çapemeniyê ya Teşkîlata Têkilî û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT) Dunja Mijatoviç nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re şand û bang lê kir ku zagonên azadiya çapemeniyê digirin bin talûkeyê biguherînin. Di xebata ku AGÎT'ê kiriye de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê 21 rojnameger girtî ne. Li gor heman xebatê di vî warî de herî zêde di sala 2012'yan de rojnamegerên girtî (95 kes) hebûn ku wê demê gelek rojnamegerên kurd ji ber "operasyona KCK'ê" hatibûn girtin.
Di nameyê de tê gotin ku danketina hejmara rojnamegerên girtî tiştek baş e û hatiye gotin ku ceza ji bo birîna dengê muxalifan tê bikaranîn. Mijatoviç wisa gotiye: "Çend guherînên di çend zagonan de mafê azadiya anîna ziman a fikran asteng kiriye. Hê zêdetir rojnameger û bikarhênerên medyaya civakî bi dozên ku dibe bi cezaya girtinê bi encam bibin re rû bi rû mane û meseleya hepsê dibe sedema otosansurê."
Mijatoviç gotiye ku rayedarên payebilind rojnamegeran çavtirsandî dikin û bang kir ku ev yek wekî asta navneteweyî bê sazkirin.