Sîdar Jîr
Gelek caran em rastî pirs û nîqaşên “şoreş û wêje” yan jî “şoreşa wêjeyê” tên û gelek caran jî dirûvekî wisa digire û dijwar dibe ku mirov bi hêsanî nikare ji nav derkeve.
Di dema şoreşan de gelek pirsên ku bersivên wan bi awayekî siyasî û zanisteke pozîtîf nayên dayîn di hişê civakan de peyda dibin. Di vê radeyê de, pirs û nîqaşa “şoreş û wêje” yan jî “wêjeşa şoreşê” dest pê dike.
Di vî warî de, Troçkî piştî Şoreşa Ûrisan berhema bi navê “Wêje û Şoreş” afirandiye û her çiqas di wê berhemê de li bersivên hin pirsan geriyabe jî, ew nikare bibe emsal ji bo hemû şoreşan û wêjeya wan. Her şoreş xwedî taybetiyên cihê ne, her şoreş di warê çanda ku tê de pêk hatine/tên, her şoreş li ser bingehên xwe yên civakî û bîrdozî xwedî taybetiyên cihê ye. Bi awayekî puxteyî dema ku em “Wêje û Şoreş”a Troçkî pênase bikin, mirov dikare bibêje, ew bêhtir li ser têkiliya çînên civakê û wêjeyê rawestiyaye û di wê çarçoveya çandî de wêje û şoreş gihandiye hev.
Lê her wekî ku min got, her şoreş li gorî mercên xwe xwedî taybetî ye. Dema ku em krîter û mercên şoreşa Kurdistanê, nemaze ya di sî salên dawîn de ku ji Bakur dest pê kiriye li ber çavan bigirin, mercên wê gelekî diguherin û bê guman e ku dirûvê wêjeya Kurdî jî bi wî awayî diguhere. Xeta herî berbiçav a vê guherînê ew e ku wêjeya Kurdî ne li ser têkiliya çînên civakê û şoreşê (şoreşgeriyê ye), wêjeya Kurdî di nava şoreşê de û bi şoreşê re dirûvekî neteweyî digire û şax vedide. Belkî tenê di xalekê de mirov bikaribe taybetiya wêşeya Kurdî ya di şoreşê de pêk tê bigihîne yan jî bişibîne ya ku Troçkî qal dike, ew jî; Piştî asîmilasyoneke tund, Kurd çanda xwe çawa ji nû ve ava/nû dikin?
Piştî van taybetiyan xala herî sereke û taybetiya şoreş û wêjeya Kurdan jî ew e ku wêjeya Kurdan tesîr li şoreşa wan nekiriye û nedaye destpêkirin. Berovajî vê yekê, şoreşa wan rê û dirb li ber wêjeya wan (bi taybetî li Bakur) vekiriye.
Lê li aliyê din tiştekî din ê xwezayî, wekî hemû şoreş û wêjeya Cîhanê, di navbera şoreşa Kurdan û wêjeya wan de jî heye; Wêjeya wan jî xwe bi bûyer û qewimînên civakî, çandî û şoreşî xwedî kiriye û li xwe zêde kiriye. Ev yek di warê helbest, çîrok û romanê de her xuya dike. Dema em bala xwe didin berhemên sî salên dawîn ên wêjeya Kurdî, em dibînin ku şopa şoreşa Kurdan bi awayekî bingehîn rengê herî xurt e di nava rêzikên wêjeya Kurdî de.
Dema ku vê dibêjim, ne wekî kêmasî û qelsiyekê vedibêjim, bê guman e ku ev rewş jî gelekî normal e. Ji lew re, şoreşa Kurdanê ya ku ev sî sal in hê jî li dar e, her çiqas bi bandora wêjeya nûjen destpê nekiribe jî, li gorî rêzikên ku ji hubra Xanî sê sed sal berê herikiye ser kaxez tevdigere û giyanekî xurt ê ku Xanî qal dike di nava xwe de dihewîne.
Heger di dawiya sedsala bîstan de tevgera şoreşê ya Kurdan li gorî Xaniyê sedsala hivdehan dirûvekî neteweyî girtibe, tê wê wateyê ku problem di wêjeya şoreşî ya Kurdan de tune ye. Divê mirov pirsê berovajî bike; Çima şoreş û serhildanên Kurdan ji Xanî heta niha bi wî rengî û wî giyanî derneketine holê?
Û her çiqas wêjeya Kurdî ya nûjen di serî de rê nîşanî şoreşê nedabe jî, heman wêje piştî destpêka şoreşê hêviyên xelkê bêhtir xurt aniye zimên û di gelek waran de bi rista hişyarî û rojên xweş ev geşedan zêdetir kiriye.
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin