Metneke soranî ya dawiya sedsala 18'an
LUQMAN GULDIVÊ
Ji ehlên destnivîsên kurdî li nav arþîvan, Mustafa Dehqan, çend rêzên bi soranî di nav koleksiyoneke destnivîsên diayan li pirtûkxaneya Astan Quds Radawî ya li bajarê Îranê Meþedê peyda kirin. Kurtedanasîna vê metnê û danasîna xetên wê jî di Wiener Jahrbuch fuer Kurdische Studien, Berg 4, 2016, pp.109-112 de hat weþandin.
Mustafa Dehqan di analîza xwe de lê mikur tê ku halê hazir ne mimkûn e mirov bi esehî bibêje, ka ev rêzên bi kurdî ya soranî di nav metnên diayên bi erebî û farisî de ji bo çi hene, û ka ew beþek ji peywendeke berfireh a metnî ya çawa ne. Lê belê ew piþtrast e ku ev rêzên mirov nizane beþek ji kîjan diayê ne, parçeyek ji fêrkirina dînî ne.
Nêzîkî terîqeta Neqþîbendî ne
Ev rêz bi hejmara MS 16039 hatiye qeydkirin û di nava destnivîseke ji 46 rûpelan de ye ku gelekî zirar lê bûye. Di metnê de dia, pirs û bersivên der barê xwe bipêþxistina di manewiyatê de hene. Duayên di metnê de xwe diipêrin Quran, Hedîs û sofîtiyê û mirov dikare bibêje ku ev metnên nêzîkî terîqeta Neqþîbendî ne.
Rêzên Mihemed Qadî ne
Herçî nivîskar û serdema metnê ye, diayên bi hemû zimanên tevî rêzên bi soranî yên Mihemed Qadî ne. Mihemed Qadî jî kurê Þêx Umer Ziyaeldîn Ûsman e. Ev þêxekî navdar ê kurd ê Neqþîbendî ye ku Medreseya Biyarê damezrandiye. Li gorî Mustafa Dehqan ji ber ku Þêx Mihemed Necmeldîn (muhtemelen Mihemed Qadî ye) sala 1919'an miriye, metn jî divê di navbera 1883 û 1919'an de hatibe nivîsîn.
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin