Cemil Oguz
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê piştî xebateke dirêj niha derbasî cihê xwe yê nû bû. Ew ji niha û pêde di cihê xwe yê li Unkapaniyê ku li ser kolanê ye, ji bo xebatê gelek guncan e de xebata xwe wê bikin. Piştî sala 1992'yan ku tabelaya wan ji aliyê polîsan ve hatibû daxistin yekem car dîsa li ser kolanê tabelaya xwe ya mezin daliqandin.
Di avahiya nû ya Enstîtu de odeya serokatiyê, odeya rêveberiyê, Fêrgeha Apê Feqî Huseyîn Sagniç, Fêrgeha Mele Îsmet Kiliçarslan, PirtûkXaneya Apê Mûsa, cafeterya û holek heye. Di fêrgehan de ew dersan didin û di pirtûkxaneya Apê Mûsa de jî bi hezana pirtûk xistine xizmeta bikarhêneran.
Me li ser cihê wan ê nû, xebatên wan ê vê demê bi Serokê Enstîtuyê Sami Tan re xeber da.
Piştî 18 salan tabela daliqandin
Tan li ser cihê nû kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Cihê kêfxweşiyeke ku em hatine cihê xwe yê nû. Bi taybetî jî me tabelaya xwe daliqand. Ji ber ku taybetiyeke wê heye. Di sala 1992'yan de dema Enstîtu hate avakirin tabelaya wê ji aliyê polîsan ve hate daxistin. Ji wê rojê ve tabela nehatiye daliqandin. Niha me tabelaya xwe daliqand. Ev aliyeke. Wekî din, cihê kêfxweşî ye ku li vê derê emê bikaribin xebateke baştir bikin. Mercên ji bo xebatê guncantir in. Ji aliyê xebatê ve derfet zêdetir in. Ev giş xewn û xeyalên danerên enstîtuyê bûn jî. Niha ew xewn û xeyala wan pêk tê."
Ji zûde ye li saziyê qursên bi kurdî hebûn. Di destpêkê de ew qurs bi ser nediketin, bi giştî di nivî de diman. li ser vê yekê Tan dibêje ku bi taybetî ji sala 2007'an ve qursên wan bi serketî dimeşin û ev yek lê zêde kir: "Çend sal berê qurs dest pê dikirin, bi dawî nedibûn. Lê niha berevajî vê yekê di qursan de astek diqede, xwendekar dixwazin asta jortir hîn bibin. Kesên ku dest pê dikin sedî 90 bi serketî bi dawî dikin."
Ji gelek pîşeyan xwendekar hene
Serokê Enstîtuyê Tan bibîr dixe ku yên tên dersan zêdetir xwendekarên zanîngehan in û wisa didomîne: "Ji nav gel, yên xwedî kar filan jî hene lê piraniya xwendekaran ji zanîngehan in. Ev jî ji bo xebatê, der barê zimanê kurdî de hêviyê dide mirov. Ji ber ku siberoj xebatên akademîk jî wê bi van mirovan dest pê bikin. Mînak ji Zanîngeha Çapayê, Cerahpaşayê xwendekar tên dersê, ew çar pênc salan paşê wê bibin bijîşk wê bikaribin bi zimanê xwe xizmetê bidin gel. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Wekî din ji beşên cuda cuda jî xwendekar tên."
Ferhengek avnasiyê wê çêbe
Di xebatên enstîtuyê de belawelabûneke hebû. Niha ew dikin ku xebatan xurtir bikin. Sami Tan li ser van jî van tiştan bilêv dike; "Enstîtu demekê bela wela bû. Niha ders filan çêbûn, kadro çêdibin. Dîsa Entîtu niha bi dezgehên biyanî, bi yên Tirkiyeyê re jî têkiliyan datîne. Akademîsyen jî hêdî hêdî xwe ber bi vê saziyê ve digirin. Ji bo mînak demek berê hevalek hîdrolog hat, dixwest ferhengek li ser avnasiyê çêbike. Ew bi xwe di Zanîngeha Stenbolê Beşa Teknîkê de doçent e. Dixwaze li ser avnasiyê bixebite, ferhengek çêbike. Emê jî bixebitin, pêre çêbikin. Tiştên bi vî rengî em dixwazin, em dixwazin xebatên bi vî rengî zêdetir bibin."
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan dibêje ew dixwazin xebatên li ser beşan ji nû ve saz bikin û bi van dawî li gotina xwe tîne: "Em dixwazin bingeha beşan çêbikin, dûre dest bi xebata wan beşan bikin. Mînak berê me beş ava kirin, serokên beşan jî hebûn lê xebateke berbiçav nehat kirin. Xebat takekesî ma. Em dixwazin vê ji nû ve saz bikin. Ji bo vê jî pêşî bingehê ava bikin."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.