Gelawêj Ewrîn
Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê niha bê parlamento ne. Li welatekî wek Iraqê di demeke wisa de ku hemû hevsengî û şerê li ser herêmê navenda wê Iraq e, parlamento nîne. Qadeke ku biryara şer, aştî û diyarkirina çarenûsa pêkhateyên lê tê girtin li Iraqê rewabûna xwe ji dest daye. Bi awayekî êdî hikûmeta Heyder Ebadî ketiye. Di demekê de ku parêzgeha Mûsilê jî di navê de hêj gelek ji axa Iraqê di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye, rewşa heyî ya Iraqê wê aloztir bibe. Iraq û di serî de Mûsil navenda siyaset û diyarkirina çarenûsa gelan e. Dewlet û hêzên ku naxwazin Mûsil ji destê DAIŞ’ê rizgar bibe, dixwazin aloziya niha ya Iraqê dijwartir bikin. Ji bo wê jî ji bo ku darbeyeke siyasî ya bi vî rengî li Iraqê çêbe, çi ji desetê wan tê, dikin.
Mixabin Iraq ber bi şerê Şîa û Sunî ve diçe. Îran û Tirkiye wek du hêzên ku dixwazin hegemoniya xwe li herêmê ferz bikin, bi awayekî dixwazin parekê ji tevliheviya li Iraqê ji xwe re bistînin. Ji bo Tirkan rizgarbûna Mûsilê, binketina mutefiqê wan, DAIŞ’ê ye. Ji bo wê jî ji bo taloqkirin û derengmayîna rizgarkirina Mûsilê hewl didin rewşa Iraqê aloz bikin. Jixwe beriya aloziya li parlamentoyê, derket holê ku Tirkiye hewl dide li Xurmatû pêkhateyên bajêr berde pêsîra hev. Di nav Tirkmenên li Xurmatû de îstixbarata Tirk nûçeya ku PKK Xurmatû aloz dike, bi zanebûn belav kir. Li Xurmatû ku ti elaqeya hêzên PKK’ê pê re nîne, dîsa Tirkan xwest bi vî awayî hebûna gerîla li Başûr bi taybetî li Kerkûkê bixin nîqaşê.
Ji bo planên Tirkiye û PDK’ê ji bo bicihkirina hêzekê ku bixwe di bin navê Heşd El Wetenî de amade dikin, pratîk bibe, li pêşiya operasyona Mûsilê astengiyan derdixin. Wê hêza ku bixwe li Başîka perwerde kirine daynin cihê DAIŞ’ê weke ku Mûsil rizgar kirine. Ji xwe yên Mûsil radestî DAIŞ’ê kirine jî heman hêz bûn.
PDK’ê bi rejîma Esad û Tirkiyê re li ser Rojava û girtina deriyê sînor li hev kiriye. Bi Tirkiyê re li ser vê mijarê jî li hev kiriye. Her du hêz wê Mûsilê di çarçoveya planekê de ji DAIŞ’ê wergirin. Ji bo ku bi vî awayî Şengal û deriyê diçe Rojava bigirin. Li aliyê din, parlamenterên Kurd piştî ku ji Iraqê vegerin, êdî wê nîqaşên Kurdistana serbixwe bikevin rojevê. Êdî derfetek ji bo Barzanî çêbûye ku bibêje; pêwîst e Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe û serbixwe bibe. Bi vî awayî wê şerê di navbera Kurdan, Sunî û Şîeyan de bi desteka dewletên dagirkerên Kurdistanê her ku biçe kûrtir bibe. Ji bo Mûsil neyê rizgarkirin, darbeyek li hemberî parlamentoyê hat kirin. Bêguman nakokiyên di navbera Sedir û Ebadî de nîşan didin ku Îran hewl dide Tevgera Şîa li Iraqê li dijî Suneyan bi taybet li dijî Erebistana Siûdî û Tirkiyê bi hêz bike. Aloziya Iraqê wê rasterast bandorê li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî bike. Her çend PDK’ê cihê lingê xwe qaşo qehîm kiriye û hewl dide zemînê serxwebûna Kurdistanê amade bike. Lê ev rastî li holê ye; heta ku li Iraqê alozî hebe, ne tenê Herêma Kurdistanê, welatên cîran jî nikarin nefeseke rihet bistînin. Rêya çareserkirina hemû pirsgirêkan di Iraqê bi taybetî jî di Mûsilê re derbas dibe, ev herêm çiqasî aloz bibin, ewqasî jî wê aloziya heyî jî kûrtir bibe.
02.05.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


