Diyarname
HDP û DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku lêdana def û zirneyê qedexe ye.
7'ê mehê roja dengdayînê ye. Di hemû hilbijartinan de alîgirên vê tevgerê êvarê bi def û zirneyan derdiketin kuçeyan û dest bi pîrozbahiyan dikirin. Di vê hilbijartinê de gelek bûyer bi ser vê tevgerê de hatin. Zêdeyî 140 cihî ofîsên HDP'ê rastî êrîşan hatin, li Amedê bombe teqiyan, li Çewligê HDP'yiyek hat kuştin. Bi gotineke din hêzên tarî her xwestin tevliheviyê derxin. Li ser vê yekê HDP'ê biryar girt ku dê 7'ê mehê tu pîrozbahî çênebin û herkes heta kêliya dawî bila sindoqan biparêze.
DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku 7'ê mehê dê tu pîrozbahî û şahî neyê kirin, bi gotineke din def û zirne dê qet dernekeve derve û gere her kes xwedî li dengan derê.
Kurd wê 7'ê mehê bê def û zirne, lê bi parastina dengan derbas bikin û ger serketinek çêbibe 8'ê mehê def û zirneyên amade dê derkevin derve.