Qalişlo
Agahiya nû ev e: Hêz, partî û rêxistinên kurd ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hefteya bê Kongreya Neteweyî ya Kurdan li dar bixin.
Encamên dan û standinan û reşnivîsa yekitiya partî, hêz û rêxistinên kurd di Newrozê de hatibûn eşkerekirin, lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên dan û standinan taloq kiribû.
Li ser daxwaza gel; hêz, partî û rêxistinên siyasî yên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belgeya yekitiyê li hev kirin.
Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, teqeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên kurdan û tevlîkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.
Niha biryar e ku hefteya pêşiya me bi beşdariya van Kongreya Neteweyî ya Kurdan li dar bikeve.


