Li Ermenistanê Fêrkirina Kurdî*
Çerkezê Reş
Ez jî pir kêfxweş im ku di nav we de me; ez we silav dikim. Ez pirsên teorîk bidim aliyekî, çend pirsên pratîk ku li Ermenistanê li pêşiya me sekinîne, raberî we bikim. Ez bawer im rewşa fêrbûna zimanê kurdî li Ermenistanê hewceyî alîkariya hemû mamoste, zanyarên me kurdan e, bi taybetî jî ya Diyarbekirê ye. Vî tiştî çima dibêjim çimkî axaftineke tev berpirsiyarên hikûmeta Ermenistanê çêbû, pê hesiyan ku ez ê tevli konferansa li Diyarbekirê bibim. Wekî agahiyeke baş ez dikarim bibêjim ku li Ermenistanê berpirsiyariya pirsên kêmneteweyan hatiye sazkirin, ew bi pirsgirêkên fêrkirina zimanê kêmneteweyan re eleqedar dibe, seroka wê pîrekeke ermenî ye.
Bi vî awayî ez dixwazim hinekî li ser pirsên pratîk rawestim, ez naxwazim dûr û dirêj li ser dîroka dibistana kurdî li Rûsyayê, li Qafqasyayê, li Ermenistanê tiştan bibêjim.
Duh min hin tişt gotin, ez naxwazim dubare bikim, ez ê du giliyan bibêjim û rewşa îroyîn bînim ber çavan. Hûn giş dizanin ku mektebên kurdî wekî mektebên fermî, mektebên dewletê di salên 1921 û 1922’yan de vebûn . Fêrkirin heta sala 1928’an bi alfabeya kurdî ya li ser bingeha alfabeya ermeniyan bû. Di sala 1929’an de derbasî alfabeya kurdî ya li ser bingeha latînî bû. Vê jî heta sala 1938’an berdewam kir. Heta sala 1938’an hem fêrkirin, hem jî perwerdehî bi kurdî bû. Di sala 1931’ê de li Yêrîvanê wekî Teknîkom, Koleja Qasqafan a kurdî hebû ew jî piştî sala 19938’an hatin dadan, rojnameya Riya Teze ku di sala 1930’î de dest bi weşanê de kiribû, di sala 1938’an de ew jî hate girtin.
Ez bibêjim ji sala 1931’ê heta sala 1938’an di mektebên gundên kurdî de hemû ders (matematîk, fîzîk, cografya, bîrkarî, wêje u zimanê kurdî) bi zimanê kurdî bûn. Yanî mekteb xalis bi kurdî bûn. Vê rewşê berdewam kir heta sala 1938’an. Ji sala 1938’an heta sala 1946 mekteb giş bi ermenkî bûn, kurdî jî derbas nedibû. Di sala 1944’an de komîsyoneke alfabeya nû ya kurdî hazir kir, li ser bingeha alfabeya rûsî ya ku tê binavkirinê kirîlî. Heta roja îro jî li dibisatnên me kurdan li Ermenistanê ev alfabe tê bikaranîn. Lê pirsgirêk hene, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, kurdên me yên Ermenistanê jî kete rewşeke pir giran, mecbûr bûn koçber bibin, ber bi Rûsyayê ve, ber bi Ewropayê ; rewşa aborî pir giran bû. Dîsa jî roja îro nêzîkî 60 hezar kurd li Ermenistanê dijîn. Ez bêjim wekî ev adetên çandê, lêkolînê, fêrbûnê li Ermenistanê pir hene, hebûne. Îro divê bêne berdewamkirinê. Lê îcar ez çawa bêjim, du sê noxte hene ku divê em bidin ber çavan.
Xala yekem; di serjimartina sala 2001’ê de wisa lê hat ku wekî li Ermenistanê 40.620 êzdî dijîn, 1519 kurd, berbangekê em ji xewê rabûn, me dît ku bi awayekî fermî rewşeke wisa çêbûye. Di sala 2001’ê de meclisa neteweyî ya Ermenistanê biryareke wisa girtibû, di sala 2005’an em pê hesiyan, me dengê xwe bilind, em rabûn, wan got, «Diviya we wê demê dengê xwe bikira », yanî wan pêşî kir, em piştre pê hesandin. Lê me qebûl nekir, em tu caran jî qebûl nakin. Ez naxwazim bibêjin di bin wan giliyan de, çi heye çi tune, pirsên siyasî ne, gelek tişt jî bi destên miletfiroşên me tên kirin. Belkî ew jî ji wan re dest dide.
Ji wê şûn de dest pê kirin, kitêbên bi zimanê êzdîkî derxistin. Yanî sosretî sosretiyê tîne, rezîltî rezîltiyê tîne. Ew kitêb neşr kirin, niha hene li Ermenistanê. Ew kitêb ji kîsê dewletê çapkirin, gelek jî pere lê çûn, lê dema ew şandin mektebên kurdan, tu mekteban ew qebûl nekirin. Yanî dê û bavan, zarokan kitêb qebûl nekirin. Wan got, »Em kurd in, zimanê me kurdî ye. Rast e, em bi ola xwe êzdî ne, lê hema zimanê me kurdî ye. » Li ser vê yekê mamoste hatin berhevkirin, ji wan re gotin, «Ev pirtûk fermî ne, me lê mesref kiriye, divê hûn qebûl bikin », lê belê mamosteyan got, «Em qebûl nakin, ew jî mafê me ye, dema we çap kir we ji me pirsî?» Belkî hûn bibêjin, we çima pirtûkên dersê yên bi kurdî pêşkêş nekirin, me demekê kitêb pêşkêşkirin, lê nehatin qebûlkirin, lewre wan got, hejmara kurdan 1519 e, pir hindik in, wekî kêmnetewe nayêne qebûlkirin, wekî wisa ye, pirtûkên dersê jî nayên qebûlkirin.»
Pirseke din jî alfabeya kirîlî êdî bi kêr nayê. Dewleta Sovyetê li ser hesabê rûsîkirinê, ew alfabe derxist, çê- xerab me pê kar kir, me gelekî berhem pê nivîsandin. Lê belê îro bi kêr nayê. Piraniya çanda me ya li Ewropayê, çanda me ya li Bakur bi latînî ye. Em naxwazin, ew îzna me jî tune ku em ji çanda xwe ya giştî cuda bibin. Du caran ji me rapor xwestin, me rapor pêşkêş kirin, lê rapor li me vegerandin. Piştî ku pirtûkên bi « zimanê êzdîkî » nehatin qebûlkirin, careke biryar hate girtin ku pirtûkên bi kurdî bêne çapkirin, belkî vê biharê derkevin.
Pirsgirêkeke din jî tunebûna mamosteyên pispor yan pêşekzan e. Li seranserî Ermenistanê dersdarekî zimanê kurdî nîn e ku xwendina bilind kuta kiribe. Yên zimanê kurdî zanin, mekteb xelas kiribin, ne kiribin, cih didinê. Bi çi kitêban derbas dibe, kitêba dawîn di 1979’an de hatiye çapkirin. Ew pirtûkên îdeolojiya komûnîstan in, tê de Lenîn heye, Marks heye... Niha rewşeke wiha heye.
Ji wê şûn de banê mekteban jî nîvhilweşiyayî ne. Gund hene, mektebên wan di erdheja 1988’an de hatine hilweşandin, hîn nehatine çêkirin, malikên biçûk bi daran çêkirine, zarok tê de dersan dikin. Cih heye wekî kursî tunene, pîne mîne datînin, li ser rûdinin, dişibin mercên Serdema Navîn. Me li gorî derfetan alîkarî kir, me alfabeyek didu ji Ewropayê standin, ji YMK’ê, me fotokopî kirin. Bi rastî rewş ev e. Zarok jî hindik in. Di dema Sovyetê de 5 hezar, 6 hezar, heta 10 hezar şagirtên me di dibistanan de dixwend, lê îro bi tevahî 500-600 zarok in. Di van demên dawîn dîsa zêde dibe. Mesela di gundekî me de, Gundê Riya Teze, êdî du dersxaneyên koma yekê hene. Hinek mekteb hene, li ser dereca wadê nû ne, 3-4 dibistanên nû ne. Ew jî hêviyê didin mirov.
Pirseke din jî pirsa xwendina bilind e. Berê li Zanîngehên Êrîvanê nêzîkî 300 xwendekaên kurd hebûn, niha li seranserî zanîngehên Ermenistanê ancax 5-6 şagirtên kurd hebin. Ew qas kolejên cuda hene, li wan deran kes nîn e. Bi piranî xwe li doxtoriyê digirin, hiqûqzaniyê digirin, ekonomiyê digirin, yanî di beşên beşerî yên mîna ziman, dîrok û wêjeyê de tu kes vê gavê tune. Niha di warê çandî de nifşên nû nagihêjin, ew qutbûnekê pêk tîne.
Ermenistan berê paşê de navendeke çanda kurdan bûye. Mafê me tune em wê navendê winda bikin. Rast e, ev 15-20 sal in qutbûnek çêbûye, ez jî li vir bang dikim, alîkariya me bikin, ku Ermenistan, wek faktoreke kurdiyê, wek navendeke çanda kurdiyê winda nebe, vala nebe. Ji bo vê yekê alîkariya we gişan lazim e.
Ez pirsikê jî dixwazim li vir pêş de bînim, der heqê pircuretiya alfabeyan de. Ew jî astengî ye ji bo me, alfabe heye 28 tîp in, heye 33 tîp in, heye 38 tîp in, heye 44 tîp in… Yek yekê nagire û dersdarên mamosteyên me ew jî vê pirsê ji me dikin, çi bikin, çawa bikin? Alfabeyeke standart nîn e. Bi baweriya min amadekirina alfabeya standart a kurdiya latînî karê vê konferansê ye. Ez bawer dikim divê grûbek li gorî pîvanên zanistî bê kirin û ev grûb vê pirsê çareser bike.
Ya mayî, di kitêbên dersan de carinan tiştên wisa têne nivîsandin, zarok ne bavê zarokan nikare fêm bike; nizane çi dibêje. Ez dikarim mînakan jî bidim. Carinan jî kurdiya wan pirtûkan mirov dikare pê henekan, lê laqirdiyan bike. Li mektebekê ji min alfabe xwest, min yek bir, min got heger hûn begen bikin, em ê li ber zêde bikin. Mamoste bi tenê hevokek xwend û got, “Nabe.” Di pirtûkê de gotiye, di filan hevokê de, di filan peyvê de filan paşpirtik ji ber xwe kir. Ez nizanim di devokên din de tê çi maneyê, lê di devoka kurdên Ermenistanê “ji ber xwe kir” tê maneyeke argo. Lewre jî divê mirov di pirtûkan de hişyar be û hincetên laqirdiyan nede destên zarokan.
Nivîsandina alfabeyê, nivîsandina kitêbên ji bo kesên temenbiçûk, karekî pir giran e. Hem gere tu mamoste bî, tecrûbeya te ya salan hebe, hem gere psîkolog bî, hem gere metodolog bî, hem gere bijîşk bî, yanê kîjan peyv li kîjan aparata axaftina zarokan nayê, kîjan peyv dikare kîna zarokan rake, hezar pirs hene. Kesên pirtûk nivîsîne yek avtoajo (makîna zibilê) ye, yek beyter bû, ew rabûne, pirtûkên dersan dinivîsin.
Ez vê jî bibêjim ku ez naxwazim her tiştî reş bikim, li Ermenistanê di nav civata me de helwesteke berberîbûneke xerab çêbûye, ez naxwazim wê bêjim. Di vê derheqê de hinek komên siyasî li wir hene, di hikûmetê de jî çawa li vê derê dibêjin, hinek çete li wir hene. Karê destên wan e, ev 15-16 sal in dimeşe. Der heqê gelê ermenî de, civata tomerî bi rastî biratiyek heye, ji hev û du hezkirinek heye, hev û du qebûlkirinek heye.
Ji wê şûn de pirseke mayîn jî tê rastê. Vê demê mamosteyên me hazir tunene, gereke bêne hazirkirin. Êdî hikûmeta Ermenistan biryar girt ku li Zanîngeha Zimanzaniyê ya Dewletê ya Ermenistanê Navendeke Dersdar gihandina bi lez veke. Bawer dikim havînê dê bibe, niha mamosteyên ku wan mamosteyan amade bikin, pêwîst in. Me di wezareta perwerde û zanistiyê de pirs danî, wekî pêwîst be em ji welêt û Ewropayê kesên pispor dawet bikin, bi çar mehan, bi şeş mehan e, bi salekê û hwd. bila bên perwedeyê bidin, mamosteyan hazir bikin. Wan got, ev pirsên teknîk in, em dikarin li ser bisekinin, çareser bikin. Wekî din jî me ji wan re got, heke pêwîst be, em dikarin kadroyên perwerdehiyê ku pisporiya wan nîn e, em dikarin bişînin welêt û Ewropayê, bila herin li wir hazir bibin. Em bi awayekî vê meseleyê çareser bikin.
Tiştekî din jî heye ku divê ez bibêjim. Îro gelek keç û xortên me tî ne, ji bo kitêbên kurdî yên ku li welêt dertên. Mesela ez mînakeke bidim, me çend kitêbên ku ji Ewropayê hatibûn, me birin gundekî, dan çend zarokên li dersxaneyan, ev agahî di wî gundî de deng belav bû, wekî anîne bi tenê dane wan. Malbatên ku kitêb negirtibûn hatibûn mektebê wan gotibû, „ Zarokên me bêxwedî ne, zarokên me sêwiyên ber destên we ne...“ Sê-çar rojan li ser vê yekê şer çêbû. Yanê pirtûkên kurdî li Ermenistanê nayêne çapkirin, di van 15 salan serî binî du pirtûk hatine çapkirin. Dema pirtûkên we bi xwe derketin ji me re bi rê bikin. Em ji bîr nekin, wekî Ermenistan dergehekî welêt e. Yanê ez bi xwe, ji gundê me heta Erezê 7-8 km. ye. Dema li aliyê din gule diteqin deng tê me. Mesela van demên han li Îranê boriya neftê hate teqandin, me li Ermenistanê dûyê wê dît. Çivîkên vî alî tên li aliyê me datînin. Ji Êrîvanê heta vî aliyê sînor ez birevim, ez têr narevim. Ez van tiştan bi laqirdî dibêjim, lê hema rastî tê de heye. Yanî gerek e em Ermenistanê ji dest xwe bernedin û ev adetên çandî ku di dîrokê de hatine çêkirin jî gerek em biparêzin û bi pêş ve bibin. Bi baweriya ku em ê bigihêjin vî meramî jî ez axaftina xwe xilas dikim û ji we re serkeftinê dixwazim, zor spas.
* Nivîskar Çerkezê Reş di payîza 2006'an de, li Amedê peşdarî Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî bû û ev gotar li wê derê pêşkêş kir. Em ji bo bîranîna wî, gotara wî pêşkêşî we xwendevanên Diyarnameyê dikin...
Foto: Cemil Oguz