logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Hemû awir zivirîn ser Babê

  • Dîrok: 19/09/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Em nikarin tenê bibêjin Bab û derbas bibin. Ev herêm li bakurê Sûriyê hem ji hêla jeopolîtîk ve, hem jî ji hêla tevna xwe ya civakî ve xwedî cihekî girîng e. Bab bi çend kîlometreyan nêzî Helebê ye, her wiha li ser devê rêya wê korîdorê ye ku di navbera Efrîn û Kobanê de vedibe. Dîsa ji bo Reqa jî pir girîng e. 

Ji bo vê, hemû hêzên ku li ser Heleb û Reqa hesabên wan hene, girtina vê deverê ji bo wan pir girîng e. Ji bo vê di serî de dewleta dagirker a Tirk û hêzên din vê herêmê wekî devereke ku mehdê wan veke dibînin, û hesabên pir qirêj li ser kirine. Wekî tê zanîn di vê dema dawî de trafîkeke hevdîtinê li Tirkiyeyê û di navbera hêzên herêmê û ên cîhanî de çêbû, di navbera Tirkiye, Sûriye û Îranê de. Dîsa di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de, di navbera Rusya û Tirkiyê de jî çûnûhatin çêbû. 

Ev hevdîtin hemû jî ji bo lihevkirina li ser van herêman û pêşîlêgirtina pergala federasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê hatin kirin. Heya radeyekê van hêzan li hev kirine, lê tiştên ne di hesabên wan de jî derketine holê. Hemû jî bi hev re di nava şerekî lihevkirî de ne. Ya balkêş ew e ku hemû jî bê agahiya hev bi me re dikevin têkiliyê û dixwazin hêzên me ji bo xwe bi kar bînin. Ji ber ku baş dizanin ku bê hêzên me nikarin tu plana xwe bi ser bixînin. Lê hemûyan jî li ser tiştekî li hev kiriye. Wê 20 km ji axa Sûriyê bidin dewleta dagirker a Tirkiyê yanî ji Sînorê Tirkiyê ji Cereblûs heta Raî bidin Tirkiyeyê. Dewleta dagirker a Tirk jî ew grûbên çete yên wekî Eniya Fetih el-Şam, Tabûrên Sultan Murat, DAIŞ û Eniya el-Nûsra ku xwe guhartine, kirine qalikekî din, tîne li wê xetê bi cih dike û bi hêzên me re dide şerkirin. 

Ji ber ku armanca wan ew e ku bi wê xetê tenê bi sînor nemînin, bên Babê bigirin û paşê jî berê xwe bidin Helebê. Bêguman, ev ne di hesabê van hêzên cîhanî de bû. Dîsa hemûyan qebûl kiriye ku rexmî Tirkiyeyê, korîdorekê heya Efrînê bidin hêzên me, da ku me razî bikin. Ji milekî ve koalîsyon vê yekê dixwaze û ji milê din ve Îran û Rusya vê yekê dixwazin. Ji ber ku koalîsyon dizane ku ger em çembera li ser Efrînê neşikînin em ê nikaribin beşdarî operasyona Reqayê bibin. Rus jî ji bo em bikevin navbera wan û Tirkiyeyê û ew jî li ser hemdê xwe werin Babê û Helebê bikin garantiyê. 

Hemû jî behsa hebûna hêza me dikin û dibêjin bêyî we nabe. Heya niha tu hêz nabêjin ka hûn ew qas fedekarî dikin, em ê doza Sûriyê ya demokrasiyê çawa çareser bikin û doza kurd û hemû pêkhateyên din çawa mîsoger bikin. Ev ji bo wan ne pir derd e. 

Dewleta Tirk a dagirker jî ji vê yekê sûdê werdigire û hemû grûbên çete li derdora xwe kom dike û şûrê xwe kişandiye li her kesî gefan dixwe. Niha behsa operasyona mertalên Firatê tê kirin. Haya koalîsyonê û Rusya pir baş ji vê heye, li hesabê wan jî tê. Her roj Tirk dibêjin me Cereblus girt em ê werin Minbicê û Girê Spî jî. Vê, wekî şantaj bi kar tînin. Ka ew ê bikin nekin pir ne diyar e, lê hêzên koalîsyonê ji wan bêhtir bi hewes in. Dibêjin binêrin, Tirk wê werin Minbicê û Girê Spî jî bigrin, ji bo xatirê we em bi Tirkiyeyê re nîqaş dikin da ku wan bisekinînin. Çima vê dikin, gelo heyranê çavên me ne? Bêguman na, bi vê peyamekê didin. Yanî binêrin ger wekî ez dixwazim hûn nekin, Tirk wê êrîşî we bikin, Tirk li me guhdarî nakin. 

Em jî vê dibêjin kurdan û dostên wan ji van çîrokan êdî têr xwarine, li pêşiya me tenê şensek heye ew jî berxwedan e. Mîna Kobanî û hemû cihên din çawa me bi berxwedanê bi ser xist, em ê li wir jî bi berxwedanê bi ser bixînin. Ji vê yekê hêzên herêmî û cîhanî bi me re bin jî û ne bi me re bin jî em ê vê yekê bikin. Ji bo vê, bila gelê me hemû vê yekê baş zanibe, em bi xwe nekin kes ji me re nake. Hemû serferber bibin û li gorî rastiya gelê şerker bijîn.

jindasilan@gmail.com

19.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir

ad

Kîteyên hevdîtina Erdogan û Turk

ad

Amed û Fenerbahçe 1-1 man

ad

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

ad

Bi Îngilistan û Danîmarka re nîv fînalîst temam bûn

ad

Newroz pîroz be

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname