Diyarname
Midûrê Giştî yê TRT'ê got: "Her kesê ku li gor xetên TRT'ê be dê TV Kurdî di bixebite".
Midûrê Giştî yê TRT'ê Îbrahîm Şahîn îşev beşdarî nasandina rêzefîlmekî TRT'ê bû û di derketinê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Şahîn li ser kesên di televîzyona kurdî de bixebitin wisa got: "Her kesê ku li gor xêza TRT'ê tevbigere dê bikaribe di televîzyonê de bixebite."
Li ser pirsa "Pêşniyaz ji bo Şivan Perwer û hunermendên din birine yan na" jî Şahîn ev yek lê zêde kir: "Her kesên ku li gor me tevbigere emê pêşniyaz ji bo wan bibin. Ne tenê navên ku hûn behs dikin."
Li ser pirsa "Sirri Sakik got, 'Hûn nikarin kurdên bêsabiqe bibînin" jî Midûr Şahîn ev yek anî ziman: "Em ne Dozgerê Komarê ne. Derdeke me ya wisa nîn e. Lê min pêncî caran qala xetên sor ên TRT'ê kir. Di zagonê de tiştên ku divê em bikin jixwe nivîsîne. Li gor van emê tevbigerin."