Diyarname
Tîma spanyolî Real Madrid îro Borissia Dontmund kir mêvan. Erê, kes ne xwediyê malê bû, lê ji ber ku van salên dawî her Real di vê kûpayê de li pêş e loma em dibêjin kir mêvan. Û encam: Real bi 2-0 bi ser ket û kûpa girt.
Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê hebû. Real Madrid û Borussia Dortmund hatibûn fînalê. Di nîveka yekemin de maçeke hevkêşe hebû lê ji aliyê şûtan û pozîsyonan ve Dortmund li pêş bû. Di encamê de nîveka yekemin bi 0-0'ê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Real hê zêdetir serdest bû. Di deqîqeya 76'ê de tecrubeyê xwe nişan da: Ji gogek ji kornerê ku T. Kroos şand, lîstikvanê defansê Dani Carvajal bi serê xwe gog şand nava torê: 1-0.
Piştî vê kêliyê Real Madridê hê zêdetir firsend dîtin û deqîqeya 83'yan de Vinicius Juniorî encam diyar kir: 2-0.
Bi firfiroka hakem Slavko Vincic re Real Madridê dest avêt kûpayê.
REWŞA HETA NIHA
Real Madrid heta niha 17 caran hatibûn fînalê û 14 caran bi ser ketibû. Û îro di 18'emîn fînalê de 15'emîn serketina xwe bi dest xist.
Real Madrid ew tîm e ku herî zede hatiye fînalê, dîsa herî zede ev kûpa bi dest xistiye ye. Piştî vê bi 7 şampiyonî tîma îtalî Mîlan tê
Madridê di navbera salên 1955-60'î de tam 5 salan ser hev de ev kûpa biriye mala xwe.
6 SERKETINÊN LÎGA ŞAMPIYONAN
Tony Cross bi vê bû 6 caran vê kûpayê digire û îro roja lîstina wî dawî bû. Kroosî bi vê maçê jübile kir.
Li aliyê din ligel Kroosî lîstikvanên Real Madridê Modric û Carvajal bûn 6 caran vê kûpayê digirin ku bi vê ew her sê lîstkvan bûn lîstikvanên ku herî zêde vê kûpayê digirin. Her yek 6 caran di serketina girtina vê kûpayê de lîstikvan bûn û bûn şampiyon.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Kûpaya Yekemîn îro digihîje xwediyê xwe
- Tîmên wê herin Îngilistanê diyar bûn
- Di 'şerê mezinan' de 10 gol hebûn
-