Diyarname
Fîlmekî din li ser Hz. Mihemed hat kişandin ku tê gotin piştî fîlmê "Bang"ê ev berhema herî girîng e ku hatiye kişandin. Fîlm qala zarokatî, nûciwaniya Hz. Mihemed ligel derketina Îslamiyetê derdixe pêş. Navê arjînal ê fîlm "Muhammad: The Messenger of God" (Mihemed: Qasidê Xwedê) e.
Fîlmê bi navê "Mihemed" ji aliyê derhênerê îranî Mecîd Mecîdî ve hatiye kişandin li Tirkiyeyê 28'ê vê mehê dê li sînemayan bê nîşandayîn. Hin beşên fîlm li Afrîkaya Başûr û hin beş jî li Tehrana Îranê hatin kişandin. Di nav sînemaya Îranê de ev fîlm xwedî butçeya herî mezin e. Nehatiye eşkerekirin tam çiqas pere ji bo fîlm hatine xerckirin lê hat gotin ku li Îranê fîlmê herî zêde pere lê xerc kirine ye.
Di serlîstikvaniya fîlm de Mahdi Pakdel, Alireza Shoja Nûrî, Muhsîn Tanabandeh, Dariuş Farhang, Seyed Sadiq Hatefi, Sareh Bayat û Mina Sadati têne lîstin. Senaryoya fîlm Mecîd Mecîdî û Kambuzia Partovi nivîsandiye. Fîlmê ku 2 saet û 58 deqîqe ye, par li Îranê hatibû nîşandayîn.
Vaye fragmana fîlm: