Diyarname
Kovara rexne û teorî Zarema piştî demek dirêj dîsa dest bi weşanê kir. Kovarê hejmara xwe ya 14'an pêşkêşî xwendevanan kir. Di kovarê de nivîsên balkêş bi kurmancî, kirmanckî û soranî hene. Di kovarê de ligel nivîsên bi kurmancî, yek bi kirmanckî (zazakî) û yek jî bi soranî cih girtiye. Her wiha yeka ji soranî jî kirine kurmancî.
Kovara Zarema 7 sal berê dest bi weşanê kiribû. Kovara çar mehî berî sê salan ji ber bêderfetî navber dabû weşana xwe ya çapkirî û niha ji nû ve silav li xwendevanên xwe kir.
Kovara ku 4 mehan carek dertê niha hejmara gulan-hezîran-tîrmeh-tebaxa 2021'ê çap kirine. Kovara ku ji vê hejmarê ve êdî di bin banê Weşanxaneya Avestayê de dertê, edîtoriya wê Fexriya Adsay dike. Edîtor, di pêşgotina xwe de bal kişandiye ser gotinên hejmara wan a yekem û gotiye, "...Ger em ê li siberoja xwe xwedî derkevin û emê bibin avakerên wê, divê cîhanek me ya nivîskî ya niha hebe ku em têde ne tenê qala mexdûriyeta xwe, û gilî û gazincan bikin lê êdî em bi zimanekî kirdeyî li ser xwe bifikirin, nîqaş bikin, bipeyivin û binivîsînin. Em li ser avakirina paşerojekê fikr û ramanên ku lingên wan li ser axa xwe biafirînin." Hatiye diyar kirin ku kovar hê li ser vê gotina xwe ye û her wiha ew ne kovareke "ji hevrexweşkiriyê ye, dibe ku şîrove û rexneyên me hin kesan aciz bike" ye.
Edîtora kovarê Fexriya Adsay bi nivîsek û sê wergeran ked daye kovarê. Adsay bi sernavê "Çêkirina Sînorekî Parçekirinê û Du Nêrînên Cuda li ser Dewletbûn û Sînoran" de mesele girtiye dest.
Nameya Aime Cesaire ku ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Komunist a Fransayê Maurice Thorez re şandibû û bi vê îstîfa kiribû; dîsa nivîsa Christopher Houston a bi navê "Antî-Dîroka Ne-Gelekî: Kurd, Kolonyalîzm û Neteweperwerî di Dîroka Antropolojiyê de" ji aliyê Adsay ve hatine wergerandin. Nivîsan din jî ya Serdar Şengul e ku Adsay ji tirkî ew bi sernavê "Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngugi Wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê" wergerandiye û weşandiye.
ROMANA YEKEM A KURDÎ?
Nivîskar û lêkolîner Remezan Alan bi nivîsa xwe "Fantazmaya Romana Kurdî" di kovarê de cih girtiye û berê xwe daye meseleya weşan, weşanger, metin û romanên kurdî. Alan pirsa "Ji ber ku romana yekem a kurdî ger Şivanê Kurmanc be û sala çapa wê 1935 be, em ê Le Xewmaya nîvcomayî ya malê salên 1925-26'an deynin ku?" pirsa xwe dike û li ser meseleyê dide fikirandin. Alan di nivîsê de rexneyê li weşanregan jî digire ku ji ber tiştên li ser bergan dinivîsin û dibin sedema nîqaşan.
KURMANCÊN ÎRANÊ
Veysel Başçi bi sernavê "Kurdên Kurmanc ên Rûdbarê" nivîsek li ser kurmancên li Îranê, ne yên li rojhilatê Kurdistanê amade dike û nîşan dide ku ji bilî rojhilatê Kurdistanê li gelek cihên din ên Îranê jî kurd hene.
HEVPEYVÎNA GUNTER GAUS
Gunter Gaus di navika sedsala 20'î de dema rojnamegerekî navdar bû gelek hevpeyvîn kirine. Yek ji wan jî di sala 1964'an de ligel siyasetzan Hannah Arendt kiriye. Beşa yekem a vê hevpeyvînê niha bi wergera Rojda Yaşîk hatiye belavkirin. Di hevpeyvîna bi sernavê “Çi dimîne? Zimanê zikmakî dimîne” hatiye weşandin de ji gelek aliyan ve kîteyên li ser wê serdemê hene.
Murat Başaranî bi sernamey "Sêwregî de Eşîrê Dimiliyan (Kirmancan) û Dimilkiya (Kirmanckiya) Înan ser o Cîgêrayişêk" niştey xo nişta û verê wendoxan dawo Sêwrege.
Bi soranî jî nivîsek hatiye weşandin. Nivîsa Sûren Îbrahîm a bi navê "Goran û Gerranewe bo Keşî Kurdî: Gerranewe bo Kurdistan" ji aliyê Jiyar Homer ve ji bo tîpên latînî hatiye amadekirin. Li aliyê din Ehmed Berojî û Jiyar Homer nivîsa Hashem Ahmadzadeh a bi navê "Ji Çiya bo Giravê, Ji Tomis bo Manusê" jî ji bo soranî kirine kurmancî û belav kirine.
Ji bilî van Haymatlos Suad “'Kurmancên Reş' û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-Kolonyalizasyonê de", Adem Warnas "Desthilata Ziman: Glottofobi, Linguicide û Rewşa Kurdî", Îsmaîl Guven jî "Dramê Kênekanê Dêrsimijan û “Bohça”yê Abasiyanikî" nivîsandiye.
Ji bo têkilî:
zaremakurd@gmail.com