Diyarname
Tîma fûtbolê ya Dêrsim sporê ku di BAL'ê de dilîst berî lîg temam bibe bû şampiyon jî.
Lîga BAL'ê (Bolgesel Amator Lîg - Lîga Amatoran a Herêmî) ya koma sisêyan îro bi maçên lidar ketin dom kir. Di vê komê de Dêrsim spor îro bi "44 Malatya spor"ê de lîst û bi gola Aleks 1-0 bi ser ket. Bi vê pûanên Dêrsimsporê derketin 56'an. Di rêza duyem de Kilis Belediyespor heye ku pûanên wê jî 51 in. Maçek maye lîg bi dawî bibe û bi van pûanan Dêrsim spor bû şampiyon. Sala pêşiya me dê Dêrsim spor di Lîga 3'yem a Tirkiyeyê de bilîze.
Maça dawî ya îsal a vê komê hefteya pêşiya me ye. Dêrsim spor hefteya pêşiya me dê bi Sakici înşaat Şenyurt sporê re li mala xwe bilîze.
Ji tîmên kurdan Cîzre spor jî di BAL'ê de bûbû şampiyon û ew jî sala pêşiya me dê di Lîga 3'yem ya Tirkiyeyê de bilîze.