Diyarname
Galaya fîlmê Yusuf Çetinê bi navê "Qirêj" li Sînemaya Beyogluyê ya Beyogluya Stenbolê li dar ket. Gelek kesên navdar beşdarî galayê bû.
Yusuf Çetin ku heta niha bi sedan fîlmî de wekî lîstikvan cih girtibû niha fîlmekî kişand, hem derhêneriya wî kir û hem jî lîstikvanî. "Qirêj" ku li ser qirêjiya cerdevanan hatiye kişandin galaya wê li Setnbolê li dar ket.
Di galayê de Mebûsê BDP'ê yê Stenbolê Akin Birdal, rêveberên BDP'a Stenbolê, Serokê EMEP'ê Levent Tuzel, derhêner Ahmet Soner, derhêner Sirri Sureyya Onder, Berdevkê Mevlisa Aştiyê Hakan Tahmaz, Serokê .erê yê TTB'ê Prof. Dr. Gencay Gursoy, parêzvana mafên mirovan prz Eren Keskin, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, zimanzan Zana Farqînî û gelek sînemager amade bûn.
Çetin piştî nîşandayîna fîlm got wan kiriye ku êşa li vî welatî nîşan bidin û bang kir: "Ev fîlm ê we ye. Xwedî lê derên."
Fîlmê Çetin "Qirêj" 4'ê mehê dikeve vîzyonê


