Li Îngilistanê cotkara û cotkarên herî xweşik/qeşeng hatin hilbijartin û wan xelatên xwe girtin. Anna Simpson (25) wekî cotkara herî xweşik hate hilbijartin.
Li Îngilistanê kovara Farmer's Weekly li ser cotkara û catkarê herî xweşik anketeke çêkir. Di anketê de Anna Simpson ku li Yorkshire, Hutton Rudby de dijî wekî cotkara herî xweşik hate hilbijartin. Ew, di çiftlika Windy Hill de ajokariya traktorê dike, pez xwedî dike û bi vî awayî jiyana xwe didomîne.
Simpson li ser anketê wisa gotiye; "Ez bawerim gelek mirov cotkaran wekî mirovên di salên 60'î de xeyal dikin. Lê min xwest nîşanî mirovan bidim ku jinên ciwan jî dikarin bibin cotkar."
Wekî cotkarê herî qeşeng jî Pete Mortimore (25) hat hilbijartin.
Wekî xelat 250 sterlin pere û cotek pêlav dan her duyan.
Ji bo vîdeoyên wan: