Diyarname
Şaredariya Wêranşarê fîlmên bi kurdî pêşkêşî temaşevanan dike. Yekem fîlm îro tê nîşandayîn.
'Rojên Sînemayê a Şaredariya Wêranşarê' îro bi nîşandayîna fîlmê "Rê" yê Yilmaz Guney dest pê dike. Fîlm dê bi dublaja kurdî bê nîşandayîn. Lîsteya nîşandayîna fîlman bi vî rengî ye:
- 13 kewçêr: Rê, Şerif Goren-Yilmaz Guney
- 14 kewçêr: Hîvê Heyvê, Behmen Qubadî
- 15 kewçêr: Heyama Hespên Sermest, Behmen Qubadî
- 16 kewçêr: Textê Reş, Semîra Mexmelbaf
- 17 kewçêr: Kûsî jî dikarin bifirin, Behmen Qubadî
- 18 kewçêr: Zavallilar (Feqîr), Atif Yilmaz-Yilmaz Guney
- 19 kewçêr: Suru (Kerî), Zeki Okten-Yilmaz Guney
Li gor 14'ê mehê dê Behmen Qubadî bibe mêvanê wêranşariyan û bi wan re sohbet bike.


