Masiyên Tî
Behlûl Zelal
Helbestvan Nazim Hikmet Ran di helbesteke xwe de gotibû; “Ji masiyê ku di nav deryayê de ye lê bi deryayê nizane, xerabtir.”
Helbesta Nazim, li gelek mirov, çîn û gelan were jî, bi awayekî sergihayî rewþa kurdan diyar nake. Lê îroniya nivîskar Helîm Yûsiv ku bûye nav û temaya romana wî ya dawiyê “Gava Ku Masî Tî Dibin” dibe derman ji vegotin û derbirîna hest, hesret û halê kurdan re.
Gotinek heye dibê ku zimanê filan tiþtî hebûya û.... Filan tiþt bihate zimên û..... Û di vê dem û qonaxê de, nivîskarê me, bi hunera xwe ya xweser bûye derman ji trajedî û heta pir caran jî trajîkomik a kurdan re. Ji niviþta di milên rastê de bigire, heta marê di qulên dîwaran de, se, kevir, deriyê hesinî, pênûs û hwd hatine zimên û ya di dil de vegotine.
Bi vegotineke herikbar, bi kelecaneke germ, deþt û çiya kirine yek pare. Sînor tevî hev kirine, xaka bi têlên direhî ji hev bûyî, gihandine hev. Nola ku hibra pênûsa xwe ji xwîn û xwêdana xwe dagire, nola ku pênûsa wî jî tî bûye û têrî vexwarinê nabe.
Bi dîmenên trajedîk, trajedî û dîmenên ku wijdanê mirovên hemdem naêþîne û li xwînrijandina gelekî bindest temaþe dikin. Lê ez bawer dikim, birêz Yûsiv ne ji bo wan dilên hiþk û ziwa ku misqal ji nirxên mirovahiyê di wan de nemaye. Lê ji bo dilên ku ji têhna dikin bifetisin bi hesret û evîna azadiyê tevna xwe li dar xistiye, deþt û newal, çiya û bajar deq bi deq çîroka, îroniya gelê xwe honandiye.
Ku mirov tî bibe, ma dikare çi neke? Ma ku mirov romana Yûsiv dixwîne çi nabe? Ji serpêhatiya kurdan a sih salên dawî bigire, heta bi Deriyê Çiyê, cihê bidarvekirina Þêxê Kal. Ji evînê bigire, heta bi xiyaneta kurdan. Hesret û daxwaza azadiya gelekî û têkoþîna ku ji bo dahatûyeke azad tê dayîn. Car caran dilê mirov hilnaye ku wan dîmenên êþa dil destnîþan dikin, bîne ber çavên xwe.
Yûsiv, wekî taybetmendiyeke xwe, di her berhema xwe de, bi dîroka gelê xwe re, bi desthilatdarên erdnîgarî û dîroka xwe re, çi biyan, çi yên ji gelê xwe re dikeve nav lêpirsînekê. Ji Peymana Sykes Picot bigire heta bi Lozanê. Bi rêbazeke îronî. Geh Tirsa wî bê diran e, geh Memê wî bê Zîn e, geh mêrên wî avis dibin, geh (li welatekî wekî Kurdistanê) jin di qatên bilind de ne, geh miriyên wî ranazin û vê cara dawiyê jî, Masiyê Helîm Yûsiv tî bûne, tî....
Û eyn nola ku paleyekî çinîna genim, di meha tîrmehê de, li gundekê Amûdê tî bibe, û sewila (þerbik) tija ava ji þevê mayî, bi ser dilê xwe de berde, wisa bi yek henaseyê tê xwendin, romana Helîm Yûsiv. Lê li vê derê mirov tenê dikare lomeyekê bike ku ew jî radekte û edîtoriya berhemê xweþ û sergihayî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li hin rûpelan çewtiyên rastnivîsê derdeikevine pêþberî xwendevan.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
-