Diyarname
Hunermend Delîl Dîlanar îsal di 13’yê gulanê de dest bi konserên xwe yên li Tirkiye û bajarên kurdan kiribû, vê mehê rêwîtiya xwe didomîne. Vê mehê çar konserên wî hene.
Dîlanar li ser kevneşopiya dengbêjiyê û bi rêbaza modern pîşeya xwe ya muzîkê didomîne. Piştî salên dirêj ên li derveyî welat îsal li Amedê dest bi rêzekonserên xwe kiribû. Ewê vê mehê jî derkeve pêşberî hezkiriyên xwe. Li çar bajarên cuda çar konserên wî hene.
Bernameya wî ya vê mehê bi vî rengî ye:
- Enqere: 15 Kewçêr, Şemî, saet 20.30 / Yenimahalle Nazim Hikmet Kultur Merkezî
- Mêrsîn, 21 Kewçêr, În, saet 20.30 / Yenişehir Belediyesi AKM Cumhuriyet Salonu
- Edene: 22 Kewçêr, Şemî, saet 20.30 / 01 Burda PGM
- Batman: 23 Kewçêr, Yekşem, saet 20.00 / Alyans Salon
Ji bo têkilî: 0542 634 40 02
E-mail : guvencilkay@gmail.com