Febyo Taşel hunermendekî bi eslê xwe suryanî û ji Mêrdînê ye. Febyo Taşel li Tirkiyeyê yek ji aranjorên herî navdar e. Ew, bi hunermend Funda Arar zewiciye. Digel albumên Arar, albumên gelek hunermendên din aranjoriya wan wî kiriye.
Febyo Taşel di meha yekem a îsal de albuma xwe ya yekem a enstrumantal bi navê "Melez Mîras" derxist. Wî ji bo yek ji stranên di albumê de, ji bo "Kabuk"ê klîbeke çêkir.
Em vê klîba Febyo Taşel dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Fermo:


