Diyarname
Îlhamî Sîdar nivîseke ku têde hem e-maila Helîm Yûsiv heye ku ji Îlhamî Sîdar re şandiye, hem jî e-maila Îlhamî sîdar ku ji Helîm Yûsiv re şandiye û di dawiyê de jî Sîdar nirxandina xwe kiriye, ji me re şand.
Ji bo zelalbûna meseleyê bêyî em destê xwe bidin nivîsê, li gor daxwaza Îlhamî Sîdar bi vî awayî diweşînin.
***
Daxuyaniyeke pêwist li ser “Nameyet ji te re”
Têbîniyek rexneyî
halimyusiv@hotmail.com
Kime: Ilhamî Sîdar
Kimden: halim yusiv (halimyusiv@hotmail.com)
Gönderme tarihi: 09 Nisan 2012 Pazartesi 20:23:24
Kime: Ilhamî Sîdar (ilhamisidar@hotmail.com)
Merheba kekê Ilhamî,
min nivîsa te ya "Ax kezeb" xwend.
Bi rastî mijareke girîng e û cihê danûstendinê ye, lê têbîniyeke min li ser awayê derbasbûna navê min di nivîsê de heye.
Te bi vî awayî behsa hin axavtinên devkî kiriye, ku di nav me de derbasbûne.
(Birêz Helîm Yûsiv me ew qasî hişyar jî kiribû. Gava tiştên Helîm Yûsîvî digotin tên bîra min..)
Tev ku ez baş nizanim bê tu behsa kîjan gotin û hişyarkirinê dikî, lê dîsa jî bikaranîna axavtinên li ser kesan yên ku li qehwexaneyekê yan li civateke taybet di nav merivan re derbas dibin, divê bi vî awayê di nivîsan de neyêne bicihkirin.
Eger mebesta te nivîsa min a rexneyî ya ku di Diyarnamê de hatibe weşandin, gereke te ev yek
cih bi cih bikra, da ku mesele bi awayekî şexsî nehata fêmkirin.
Bi vî awayî mijar wisa ji asta gengeşiya li ser raman û helwestan dadikeve asta êrîşên şexsî û takekesane.
Têbîniya min ew e, ku xwezî tu pala xwe bidî mînak û helwestên nivîskî û berbiçav ku têra xwe hene û pir in. Çêtir e ji xwesipartina ser axavtinên devkî û gotinên wisa li ser lingan.
Bi hêvî me ku tu vê rexneya min bi sîngeke fireh qebûl bikî.
Rêz û silav
Helîm
ilhami sidar
ilhamisidar@hotmail.com
Kime: halimyusiv@hotmail.com
Kimden: ilhami sidar (ilhamisidar@hotmail.com)
Gönderme tarihi: 10 Nisan 2012 Salı 01:27:03
Kime: halimyusiv@hotmail.com
Merheba kek Helîm
Jixwe wekî ku tu jî dizanî em tenê carek ji bo bernameya Roj TV hatine ba hev, ew jî Lokman Ayabe û kesekî din li ba me bûn tu axaftineke teybet di navbera me de nebûye û jixwe veguhastina axaftinên di navbera du kesan de ne li min û ne li kesayetiya min tê, min qesta nivîsa te ya ku li ser malpera Diyarnemeyê hatibû weşandin kir "Birêz Helîm Yûsiv me ew qasî hişyar jî kiribû" Jixwe ev hevok "me hişyarkiribû" bi awayeke eşkere diyar dike ku, tiştê ku ji devê te tên gotin ne axaftineke teybet, lê gotineke weşandî ye. Na, tu sohbeteke taybet di navbera me de derbas nebûye û min qesta tiştekî wisa nekiriye, mebesta min wekî ku min berê jî got, nivîsa te ya li ser Diyarnameyê bû. "Gava tiştên Helîm Yûsivî digotin tên bîra min" ji vê hevokê qesta min dîsa ew nivîs e, dibe ku ji kêmasiya kurdiya min be, di tirki de "gotin" hem bi maneya nivîskî hem jî bi maneya devkî tê bi kar anîn, dibe ku hê jî ji tesîra bi tirkî fikirîne xilas nebûbim. Şaşfêmkirinek hebe, bibore.
Ligel silavan
Bila birêz Helîm Yûsiv li min bibore, lê ez mecbûr mam ku têkiliyeke taybet a di navbera du kesan de eşkere bikim; lewra gava din (10’ê Nisanê saet 22.22) min nivîsa Jan Dost xwend û metelmayî mam, tiştê ku min jê fêm kir nivîsa min ji xwe re kiribû sedem û berê xwe rasterast dabû Helîm Yûsiv. Dibe ku di navbera kesan de têkiliyên taybet hebin û dibe ku ev têkilî ji hin sedeman xira bin. Lê ê min bi tu kesî re tu têkiliya min tune ye. Min Helîm Yûsiv di jiyana xwe de tenê du caran dîtiye û her du car jî di nav civatekî de. Tu axaftineke taybet di navbera me de nebûye û tu hevaltî û dostaniya me jî nebûye (înşela, dê rojek çêbe), têkiliya min ne pê re lê bi pirtûkên wî re çebûye; ji “Sobarto” bigirin heya “Mirî Ranazin” û heya “Auslander”î bi hemû berhemên wî re têkiliya min bûye û dikarim bêjim ku hezkirina min a kurdî pê re geştir bû, ji vî alî ez minekarî wî me û ez bi naskiriîna pênûsa wî gellek kêfxweş im, lê mixabin tu têkiliya me ya şexsî tune ye û me tu tiştekî teybet bi tu awayî bi hev re parve nekiriye.
Min Jan Dost jî di jiyana xwe de tenê carek dîtiye, par di TUYAP’a Amedê de, standa me li rex hev bû, roja îmzeyên me di eynî saetê de bû, min ew roj pirtûka xwe (Tehma Xweliyê) wekî ku ji hevalên wekî Rênas Jiyan, Dilgeş Dilsoz û çend kesên din ku rastî wan hatibûm re diyarî kiribû, yek jî jê re diyarî kiribû. Ji vê pê ve tu danûstandina me çênebûye; têkiliya min ne pê re lê bi romanên wî re bûbû “Mijabad” bi min romanake gelekî serkeftî bû, “Sê Dar û Sê Gavek” ez xeyalşikestî kiribûm, ligel ku hin gumanên min ji “Mîrname”yê hebûn jî ji alî ziman û vegotina xwe tesîreke erênî li ser min kiribû.
Nivîsa min a “Ax Kezeb” ne rexneyeke wêjeyî, rexneyeke siyasî bû, divê mirov rexneyan wekî ku birêz Helîm Yûsiv digot “bi sîngeke fireh” qebûl bike, neke jî li gor xwe bersiva xwe bide.
***
Nivîsên bi vê nivîsê re eleqedar:
- Îlhamî Sîdar: Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser giyanên dagirbûyî yan jî bişaftî
- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê