Diyarname
Mebûsa DTP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan bersiva 20 pirsan da. Li ser pirsa "Xewna we ya kêfxweşiyê çi ye?" wisa gotiye; "Min dixwest dîsa mêrê xwe bibînim". Ew ji dengê muzîka kurdî hez dike, ji peyva 'xwîn'ê nefret dike. Û vaye bersivên Buldan:
- Peyva herî zêde hûn jê hez dikin?
Aştî.
- Peyva ku hûn jê nefretê dikin?
Xwîn.
- Çi heyecanê dide we?
Destpêkên nû.
- Çi dikare heyecana we bikuje?
Têkçûn.
- Dengê herî zêde hûn jê hez dikin çi ye?
Muzîka kurdî.
- Dengê ku hûn jê nefretê dikin?
Qêrîn.
- Hûn dixwazin kîjan karî nekin?
Nûçegîhanî.
- We dixwest bibin xwedî jîriyeke xwezayî ya çawa?
Min dixwest li tembûrê bidim.
- Hûn ne wek hûn bana, we dixwest bibin wekî kê?
Min dixwest dîsa bibim wek xwe.
- We dixwest li ku derê bijîn?
Li Culemêrgê.
- Qisûra we ya mezin?
Ez zêdê dilfikar im.
- Xuya we ya herî xirab ku kêfê dide we çi ye?
Kişandina cixareyê.
- Lehengê/a we kî ye?
Leyla Zana.
- Çêra herî zedê hûn bikar tînin çi ye?
Xweda belayê bide.
- Niha haletî ruhiyeya we çi ye?
Tevlihev.
- Kîjan diruşm felsefeya jiyana we vedibêje?
Berdewamkirina Têkoşînê.
- Xewna we ya kêfxweşiyê çi ye?
Min dixwest dîsa mêrê xwe bibînim
- Bi ya we mirov dikare çawa xemgînî bînin ziman?
Bedbînî.
- We dixwest çawa bimirin?
Di xewê de.
- Hûn bimirin û herin bihuştê, hûn dixwazin li ber derî Xwedê ji we re çi bibêje?
Savaş Buldan li hundir e.
***
Ev hevpeyvîn ji rojnameya Tarafê hatiye girtin.
(Marcel Proust ku hevpeyvînên wisa fikrên wî ne; Bernard Pivot û James Lipton jî ev fikir pêş xistiye. Rojnameya Tarafê jî bi hurmeta ji bo wan ev quncik pêşkêş kiriye.)


