Diyarname
Li Fransayê Gabriel Attal ê 34 salî bû serokomar. Bi vê yekê bû kesê herî ciwan ku dibe serokomarê welat.
Li Fransayê zagona koçê hat qebûlkirin û li ser v^ğe yekê nîqaş derketin Di encamê de Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne îstîfa kir. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron wezîrê perwerdehiyê Gabriel Attal wekî serokwezîr peywirdar kir. Attal di komara pêncemîn de bû kesê herî ciwan ku dibe serokomar û di heman demê de hevzayend e.
Attal kesek nêzî Macron e, di dema Covîdê de wekî berdevkê hikumetê kar kiribû û di anketên dawî de Attal wekî siyasetmedarên herî populer derketibû.
Attal piştî peywir girt ser milên xwe got ku ew dê li ser meseleya perwerdehiyê bixebite ku ev karê wî yê yekemîn e. Attal diyar kir ku diruşma Fransayê "Azadî, Wekhevî û Biratî" dê ji bo wî bibe rêber.
Macron 46 salî ye, û Attal 34, temenê herduyan dike 80. Beramberî vê Serokdewledê DYA'yê Joe Biden 81 salî ye ku temenê wî bi qasî herduyan e.