logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji Enfalê çîrokek evînî Herman hat kişandin

Berî Enfalê jiyan wekî bihuştekê bû li ser axa kurdan. Enfal hat û bihuşt bi dawî bû.Û li ser Enfalê fîlmek hat kişandin

  • Dîrok: 09/02/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

   
Cemil Oguz

Berî Enfalê jiyan wekî bihuştekê bû li bajar û gundên kurdan. Dema Enfal hat bihuşt jî, gund û bajar jî da ber xwe. Û niha ji wê bihuştê û ji wê Enfalê fîlmekî hat kişandin: Herman. Fîlmê ku derhêneriya wî Husên Hesen kiriye îsal dê bê nîşandayîn.

Derhêner Husên Hesen di sala 1974'an de li gundê Êkmala Elî Gendela li devera Dostkî hatiye dinê. Heta Enstîtuya Teknîkî de 'Beşa Mekanîkê'  li Dihokê xwendiye lê dest jê berdaye, ji ber ku bala wî her li ser hunerê bû, karê hunerî bû. Karê dublajê kiriye. Klîb kişandine, kurtefîlm û fîlmek metrajdirêj... Û niha jî fîlmê metrajdirêj Herman.

Ji roja ku Enfal pêk hatiye heta niha her dîmenên Enfalê di bîra wî de mane, digel van, bavê wî jî her jêre qala Enfalê kiriye û tu carê Enfal ji bîr nekiriye. Di nav demê de biryar daye ku fîlmekî li ser vê bikişîne. Rabûye senaryoya xwe lêkiriye û dest bi kişandinê kiriye.
Ew dibêje, "Enfal qonax qonax bûn. Destpêkê li Hewreman, li Germiyan dest pê kirin."
Sal 1988 e. Piştî şerê navbera Iraq û Îranê de bi dawî dibe rejima Baasî berê xwe dide kurdan. Wekî kabûsekê tê, wan digire bin çavan, winda dike û li Helebçe û dora wê jî gazên kimyewî bikar tîne.
Her der dibe Baas, baasî li her derê digerin, li her qulî dinêrin û dema tên gund û bajaran ciwanan li meydanan kom dikirin. Xêzeke dikişînin, navê wê datînin "Xeta Sor" û ji wan re dibêjin; 'an tu li vî alî sînor, yan li wî alî yî. Ger tu li vî alî bî alîgirê hikumetê yî û tu xelas dibî, lê tu li wî aliyê xetê bimînî 'tu neyar î' û 'her tişt têne serê te'. Encam: 182 hezar kes winda...

Husên Hesen dixwaze çîrokeke evînî bikişîne, lê dema Enfal bê xwe li evînê biqelibîne evîn bi tenê wekî evînê dimîne? Di fîlm de jî wisa bûye. Çîroka du ciwanên kurd ên evîndar, bihuşta wan, jiyana wan a li herêma wan dikişîne, lê Enfal tê xwe lê diqelibîne û her yekî ji wan bi aliyekê ve davêje. Hesen naxwaze qala naveroka fîlm bike lê bi kurtahî dibêje, "Enfal 'backgraund'a çîroka fîlm e. Çîroka fîlm li gundek xweş, bi evînê dest pê dike. Heta Enfal dest pê dike. Bi destpêkirina Enfalê re her tişt tevlihev dibe, gund, yanê cenneta wan tê xirakirin." Û zehmetî li vê derê dest pê dike.

Di fîlm de Rêkeş Şahbaz, Gulbahar Kavcu û Herman M. Tahir wekî serlîstikvan dilîzin. Di 60 rojan de kişandina wî temam bûye û niha di asta montajê de ye. "Herman" ku muzîka wî dê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê Alaattin Aykoç çêbike, dê îsal bê nîşandayîn û li gor Hesen "Dê gala wî li Dihokê li dar bikeve."

Derhêner Husên Hesen heta niha ji bo Hesen Şerîf,  Rojda, Meral Tekçi û gelek hunermendên din klîb kişandine. Wî bi klîba "Beyta Laleş" li Festîla Klibên Kurdî ya Zaxoyê xelata yekemînî girt. Di heman demê de wî kurtefîlmên bi navê "Baze Ber" (2003), "Rizgar" (2004) û "Demjimêrek berî niha" (2007) û tevî Mesûd Arif Salih "Nêrgiz bişkuvîn" kişandiye. Bi kurtefîlmê "Demjimêrek berî niha"  par li Festîvala Hewlêrê Xelata Fîlmê Herî serketî girtiye û niha bi "Herman"ê dest avêtiye qadeke berfireh.

Klîbên wî serketî ne. Ev wisa hatiye qebûlkirin lê ew dibêje, "Ez nabêjim hemû klîbên min serketî ne. Di nav karên min de ez dikarim bibêjim çend heb baş in. Dibe ku hesteke taybet be ku ez di nav klîban de derdixim. Belkî ji van hestan rihekî cudatir tê. Çiqas klîb modern be jî ez bi çavê kurdî lê dinêrim. Ev jî yek xaleke serketinê ye. Li dinyayê bi mîlyaran stran û klîb hene. Tu nikarî wekî wan bî. Gere tu wekî xwe bî. Dema tu bi awayekî zanistî wekî xwe bî dê ferqeke karê te hebe, dê cuda be. Klîbeke kurdî di nav klîbên dinyayê de divê taybetiyeke wê hebe. Dema wisa be dê karekî serketî be."

Li ser pirsa'dê fîlmê wî jî bi serketî be yan na? Ew ditirse ne baş be yan na?', ew dibêje, "Ez natirsim ji ber ku ez naxwazim rawestim. Ez li tiştekî digerim, ez nizanim dê kengê were ber destê min. Hin kar hene tu dikî dibe ku serketin qet neyê, lê ez natirsim û ez her didomînim. Rojekê tirs nehatiye bîra min."

Ew li ser ecibandina fîlmên xwe jî wisa dibêje, "Ez dixwazim fîlmên min hem ji bo civaka kurdan be ku kurd jê hez bikin, guherînek pêk bîne, fikreke nû be ji bo civakê, meseleya duyemîn jî ez bawerim ev çîrok dê bala dinyayê jî bikişîne."
 
 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kovarek bi navê 'Heterotopîa' li kurdî zêde bû

ad

Leyla Zana: Em îradeya xwe nadin kesî

ad

HDP’ê kongreya xwe li dar xist

ad

Hunermendên kurd ji bo 2'yê mehê bang kirin

ad

Festîvala Muzîkê hat bi paş ve xistin

ad

“Rê”ya ber bi qeyrana dil!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname