Dara Kurdo*
Ji bo Helîm Yûsiv...
(Hê ez zarbûm, lêvên min bi tîpên erebî şewitîn, îro ji tirsînên ku dîsa ziman bişewite re, ez pif peyvên kurdî dikim, berî nivîsandina bi kurdî), lê dîsa jî bi kurdî dinivisînim.
Ma tu koşe li asîmên tunene, ku dengvedana gotinên melên me yên Qurana erebî dixwînin, bi kurdî li me vegere, an jî ew sazên hunermendên Efrînê yên gotin û muzîka tirkî dibêjin, ew bi kurdî li me vegere. Her roj ez gotinên rojneme û çalakvanan li ser medyaya kurdî, li bêjinga zimanan dixim ku ez çend gotinên kurdî bibihîsim, gelo?
Îro dîsa dilê min bi erebî bi kurdan dişewite, ez wî giriyê xwe bi danîmarkî û tirkî dilorînim, û êşa xwe bi îngilîzî tew dikim, tenê hêstira min bi kurdî dadiwerive wekî çilpikek xwînê. Ji ber ku tenê xwîn maye bi kurdî.
Ji bilî tifingê de ka çi bi kurdî maye li rojavayê Kurdistanê. Eger girî, ken, xwarin, vexwarin, navên gundan, zarokan, ol, civak, jiyan, mirin...ger ev tev bi erebî têne nivîsandin, ma sibe wê bi kurdî werin xwendin?
Ev roj ne tenê roja kuştina zimanê kurdî ye. Îro divê em Ehmadê Xanî, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Melayê Cizîrî... binax bikin û bendên Qurana erebî dîsa li ber kêlikên wan bixwînin, îro ew di div û dilên me de mirî ne.
Divê nivîskarê/a kurd yê/a bi kurdî nanivîse, bêje ku ew tune ye lê dîroka bi kurdî tune ye. Ji ber tu hewcedarî û wateya wan her duyan bi hev re nemaye. îro tu tirs li ser nivîskar tuneye ku bi zimanê dayikê binivisîne. Dibistanên kurdan ji Efrînê heya bi Serê Kaniyê vekirî ne, malperên danûsatnandinên civakî vekirîne.
Hesanî û alîkarîya nivîskar ji rêjîma Sûriyê re bi (eribandina) kurdan kiriye, îro ew tenê bi kurdan gereke, ku kurd vegerin kurdiyetiya xwe, xwedêyiya van tiştî, ku asanî bû em bibin ereb û zehmet e em vegerin kurd.
* Dara Kurdo helbestvanekî kurd e ji rojavayê Kurdistanê ye û li Danîmarkayê dimîne. Dîwaneke wî ya helbestan bi kurdî derketiye:
- Gava ku raman qoç didin, 2014, Weşanên "Haderslev Stiftsbogtrykkeri", Danîmarka