logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Rûdawê quncikê Helîm Yûsiv betal kir

Nivîskar Helîm Yûsiv ku ev nêzî salekê bû her hefte ji bo rojnameya Rûdawê qunciknivîskarî kir, Rûdawê vê hefteyê quncik

  • Dîrok: 17/09/2013
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Nivîskar Helîm Yûsiv ku ev nêzî salekê bû her hefte ji bo rojnameya Rûdawê qunciknivîskarî kir, Rûdawê vê hefteyê quncikê Helîm Yûsiv betal kir. Sedem derket holê ku Yûsiv van demên dawî zêdetir li ser Rojava û siyasetê dinivîsî

Çîroka nivîskar Helîm Yûsiv û rojnameya Rûdawê berî salekê dest pê dike. Par dema Helîm Yûsiv li Başûr beşdarî gotûbêjek dibe û gotara xwe ya li ser rojavaya Kurdistanê, jiyana wan a zarokatiyê dixwîne. Gotara wî gelek li xweşa berpirsê Rûdawê Ako Mihemed diçe û Mihemed vê gotarê werdigerîne soranî û diweşîne. Piştî vê yekê dema li Fûara Pirtûkana Frankfûrtê Helîm Yûsiv beşdarî bernameyeke wêjeyî dibe û Ako Mihemed jî li wir di nav temaşevanan de ye, piştî bernameyê bi hev re têkilî datînin û Yûsiv dest bi nivîsê dike. Ji wê rojê heta îro  hefteyê carekê ji bo Rûdawê binivîse. Yûsiv dest pê dike, bi zimanekî wêjeyî ji jiyana Rojava gotaran dinivîse. Carinan li ser wêjeyê, carinan tiştên serbest, lê piştî ku li Rojava şer gur dibe gotarên wî ber bi siyasî ve diçin. Û ji ber ku Helîm Yûsiv bi nasnameyê xwe yê azad, ji partiyan dûr, lê zêdetir nêzî rastiyê tiştinan dinivîse, her wiha rexne li hin siyasetan dike, ev yek li xweşa berpirsên Rûdawê naçe. Hefteya borî berpirsê Ewropayê bi e-mailekê Helîm Yûsiv agahdar dikin ku dê ew êdî nenivîse. Siyaseta ku Helîm Yûsiv dest avêtibû, xebata wî ya li televîzyona Ronahî jî dibe sedem ku Rûdaw quncikê wî rawestîne.

Dema Helîm Yûsiv ji berpirsên Ewropayê sedema betalkirina quncikê xwe ji wan dipirse, ew bersiva "Navendê ev ferman daye, em zêde nizanin."


Li ser vê yekê Helîm Yûsiv li berpirsê Rûdawê Ako Mihemed digere. Di nav axaftinê de Ako Mihemed dibêje "Me xwestibû tu li ser bîranînên xwe yên Rojava binivîsî, lê van demên dawî hemû nivîsên te bûne siyasî", Yûsiv jî bersiva "Ma niha dem dema bîranîna e. Li Rojava şer heye, rojname jî cihê entelektuelan e, ez çima li ser şer nenivîsim." Ako Mihemed gotina "Siyaset be emê bi hinên din bidin nivîsandin" û mijar tê girtin.


Bi gotina giştî, hem siyaseta azad ku Helîm Yûsiv diparast û di quncikê xwe de dinivîsand, her wiha di van demên dawî de di nîqaşên ku di Facebookê de derketin ku Helûm Yûsiv di binê nivîsê de wekî bersiv "Ez nikarim Rûdawê biparêzim" jî bûye sedema betalkirina quncikê wî. 


Bi kurtahî, Rûdawê ku bi gotina "weşaneke azad û serbixwe" dest bi weşanê kiribû, her ku diçe "azadbûn" û "bêlayaniya wê" eşkeretir dibe.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Gotina hefteyê: Yan serî jê bikin yan ziman nedin bikaranîn

ad

Platforma Abantê: Bila bi zimanên din perwerdehî bê dayîn

ad

Malpera KNKS'ê di weşanê de ye

ad

Demîrtaş ligel heyetek diçe Afrîkaya Başûr

ad

Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê îstîfa kir

ad

Li Îmraliyê bi kurdî axivîn qedexe ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname