Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî girtina aktivîstê zimanê kurdî nivîskar Hemîd Dilbihar ÅŸermezar kir. Di daxuyaniya Enstîtuyê de tê gotin ku “Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, li Almanyayê asîmîlasyonê wekî sûcekî dijî mirovahiyê bi nav dike, tê Tirkiyeyê vî sûcî didomîne.”
Di daxuyaniya Enstituyê de wiha tê gotin: “Rayedarên dewletê xwe li têkoÅŸîna gelê kurd a ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî ragirt û têkoÅŸerê zimanê kurdî Hemîd Dilbahar ji ber axaftina xwe ya di mitînga TZPKurdî ya Êlihê hate girtin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, li Almanyayê asîmîlasyonê wekî sûcekî dijî mirovahiyê bi nav dike, tê Tirkiyeyê vî sûcî didomîne. Gelê kurd êdî hiÅŸyar bûye, dê serê xwe li pêÅŸberî zaliman netewîne. TêkoÅŸîna gelê kurd a ji bo parastin û pêÅŸvebirina zimanê kurdî bidome.”
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di berdewamiya daxuyaniya xwe de girtina Dilbihar ÅŸermezar dike û dixwaze ku ew di zûtirîn demê de serbest bête berdan.
Nivîskar Hemîd Dilbihar roja 10’ê Rezberê, li Êlihê pêÅŸkêÅŸvaniya mitînga TZPKurdî ya bi navê “em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” kiribû. PiÅŸtî mitîngê Dilbihar roja 15’ê mehê li Wanê hate binçavkirin û hêzên dewletê ew anîn Êlihê. Dilbihar duh li Êlihê derxistin pêÅŸberî dadger û dadger bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye biryara girtina wî da û ew ÅŸande girtîgehê.