Diyarname
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk got ku ji bo Îngilistan di nav YE'yê de bimîne li ser hin reforma wan li hev kiriye.
Civîna Rêberên YE'yê 18'ê mehê dest pê kir. Mijara sereke pêşeroja Îngilistanê ya li nav YE'yê bû. Ji nav raya giştî ya Îngilistanê beşek dixwazin welat ji nav YE'yê derê û li ser vê jî Îngilistanê ji YE'yê hin daxwaz kirin. Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron got ku piştî hevdîtinên ligel YE'yê wan li hev kiriye ku "Statuyek taybet" bidin Îngilistanê û bi vê yekê jî ew dikare ji bo hemwelatiyên xwe pêşniyar bike ku ew li nav YE'yê de bimînin. Cameron li ser kîteyan neaxivî lê diyar kir ku roja 20'ê mehê dê vê yekê ji bo desteya wezîrên xwe eşkere bike.
Serokwezîrê Îngilistanê Cameron ji bo ew li nav YE'yê bimînin 4 xal pêşniyarê rêberên YE'yê kiribû. Ji van 4 xalan xala ku herî zêde hatibû nîqaşkirin ev bû: "Koçberên ku ji welatên YE'yê bêne Îngilistanê ji bo ji dewletê alîkarî bigirin divê herî hindik 4 salan li welat bijîn."
Cameron ligel vê dixwaze YE li hemberî Îngilistan û welatên din li derveyî herêmo Euro mane hurmet bê nîşandayîn, hê zêdetir rol bidin parlemenên neteweyî, YE dest ji zêdetikirina raye û berpirsiyariyên xwe berde.
Îngilistan heta dawiya 2017'an dê referandûmê çêbike ku li nav YE'yê bimînin an na. Cameron gotibû ger li hev bikin ew dê dest bi kampanyaya ji bo li nav YE'yê bimînin bike.


