Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem îmamoglu ji bo bibe berendamê Serokomariya Tirkiyeyê di partiya xwe CHP'ê de pêşberendam e. Berî hilbijartina li nav partiya xwe Îmamoglu bajar bi bajar digere û di vê çarçoveyê de îro li Amedê bû.
Îmamoglu li ÇandAmedê berstûka Amedsporê avêt dor stûya xwe û dest bi axaftinê kir. Îmamoglu bi kurdî Newroz pîroz kir.
Va ne hin gotinên Îmamoglu:
'EZ PIŞTGIRIYA AMEDSPORÊ DIKIM'
- Ez wekî kesek niyet kiribû ku bibe qeleparêzê Trabzonsporê min ji bo we ji Trabzonê silav anîn. Ez piştgiriya Amedsporê dikim, heta hêza min hebe jî ezê bikim.
- Gundê min çi be, gundekî Amedê jî heman tişt e. Her amediyekî bi heman awayî hîsedarê gundê Cevizlî ya Akçaabata Trabzonê ye ku ez li wir hatime dinê. Ev gundê ji 40 xaniyan pêktê jî ê me ye, ev der jî ê me ye.
'HETA KURD BÊJIN PIRSGIRÊKA ME HEYE...'
- Heta kurd bejin "Pirsgirêka me heye," li holê pirsgirêka kurd heye. Ev pirsgirêk bi diyalog, zelalî, bi guhdariya her derdorî, di serî de xizmên şehîd û gaziyan, bi erêkirina ji dil a hemû aliyan, li Meclisê divê çareser bibe.
'DEMÎRTAŞ DILEKÎ SIYASÎ YE'
- Teraziya edaletê di destê kesî de dê nebe pêlîstok. Bila serokê partiyeke siyasî, wekî Selahattin Demirtaş bi awayê dîlgirtiyekî siyasî, bi neheqî girtî nemine. Heman tiştî ji bo Umit Ozdag jî dikin.
- Yên ku bereketa welat xira kirin me xewa wan herimand. Yên ku di xewa xwe de min wekî kâbus dibinin û hişyar dibin hene. Di hilbijartina pêşiya me de ezê bibim kabûsê wan û ezê wan bixeniqînim.
- Li Tirkiyeyê ji berê heta niha emê rêveberiya herî demokratik ava bikin. Emê wisa dekmokrasiyeke xurt ava bikin ku êdî emê destûrê nedin rejima îstîbdad.
'JI BO KAYÛM NÎN BIN EM KETIN RÊ'
- Emê êdî destûrê nedin li vî welatî tu otorîteya siyasî bi kayûman dest deyne ser vîna gel. Milet êdî aciz e. Ji bo li vî welatî hêza darazê nebe çeka siyasetê em ketine rê.
'EV DOZGERÊN CUDAKAR DÊ BÊNE DARIZANDIN'
- Binêrin, li Tirkiyeyê nifûsa kurdan a herî mezin li Stenbolê ye. Ji sala 2019'an de me got îtîfaqa Tirkiyeyê, bi destûra Xwedê emê bêjin îtîfaqa Tirkiyeyê, bi vî awayî me îtîfaqa sindoqê me çêkir; wekî hemû hemwelatiyên me hemşeriyên min ên kurd jî birayên min, cîranên min, hevalên herî baş ên zarokên min in. Ji ber ku me di meclisa şaredariyê de cih da wan, şaredarên me, endamên meclisên me girtin. Tu sedemek din tune ye. Di îdîanameya Şaredarê me yê Esenyurtê û endamên meclisê de dozger wisa gotiye, ev girîng e. Gotiye, 'Kurdên li rojava ligel ku ne piranî ne jî çawa dikarin bi nasnameya xwe di nav meclisên şaredariyên de cih bigirin, bibin xwedî gotin'. Yaw kurd li rojava cuda, li rojhilat cuda, tiştek wisa dibe? Kurd, kurd in, kevirê bingehî ê vî welatî ne, stûna bingehîn in. Li ku dibin bila bibin ew hemwelahiyên min in, hemşeriyên min in. Ez soz dikim ev ên wisa tevdigerin di Tirkiyeyeke adil de bêne darizandin. Emê zihniyeta wisa cudakar bidarizînin.
'KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ ŞERMEZAR DIKIM'
- Berî dawî li gotina xwe bînim ez carek din Komkujiya Helebçeyê şermezar dikim. Ez hêvî dikim carek din dê tiştek wisa li vê erdnîgariyê çênebe. Ez tenê vê daxwazê naynim cih, yên canê xwe ji dest dane bibîr tînim.


