Diyarname
Duh di maça Lîga Şampiyonan a UEFA'yê ya Juventus û Dinamo Kiev de hakêma fransiz Stephanie Frappart maç bi rê ve bir. Bi vê yekê bû yekem car ku jinek maçeke Lîga Şampiyonan wekî hakêma nava sehayê bi rê ve dibe.
Stephanie Frappart di 14'ê berfanbara 1983'yan de li Herblya-sur-Seine ya Fransayê hatiye dinê.
28 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR
Wê di sala 2011'an de dema hê 28 salî bû di lîga 3'yemîn a fûtbolê ya mêran "Championnat National" de hakêmî kir. Di sala 2014'an de di lîga duyemîn de maç bi rê ve birin û di vê serketina de xwe di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2015'an ku li Kanadayê de li dar ket de rol girt.
KÛPAYA CÎHANÊ YA JINAN
Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2019'an de jî hakêmî kir û di maça fînalê ya vê kûpayê de rola mezin girt ser milên xwe. Frappartê maça fİnalê ku di navbera DYA û Hollandayê* de bû bi rê ve bir.
Hakêm Frappart, roja 14'yê gelawêja 2019'an maça Kûpaya Super a UEFA'yê* ya di navbera Liverpool û Chelsea de jî bi rê ve bir.
Û DUH
Û duh di Lîga Şampiyonan maça Juventus û Dinamo Kiev de didûk di destê wê de bû. Bi vê yekê ew wekî yekem jina ku maçeke Lîga Şampiyonan bi rê ve dibe ket nav rûpelên dîrokê.
Di maçê de Juventus bi 3-0 bi ser ket.
(Foto ji Reutersê hatine girtin)
Nûçeyên Eleqedar:
- Hakêmek jin dê Kupaya Super bi rê ve bibe
- Pîrekê Amerîka bi şîmpiyonê dinya
- Liverpool dîsa bi penaltiyan bi ser ket
JI BO PROMOSYONÊ NAVNÎŞANEKE NÛ