Diyarname
Li Tirkiyeyê Weşanxaneya Can dê pirtûkên xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya îsal Mo Yan çap bike.
Nivîskarê çînî Mo Yan îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt lê li Tirkiyeyê heta niha qet pirtûkên wî nehatibûn weşandin. Niha Weşanên Can ku li Tirkiyeyê bi tirkî weşana xwe didomîne pêre peyman saz kir û dê pirtûkên wî wergerîne tirkî. Li gor daxuyaniya Weşanxaneya Can dê di nîveka duyem a sala 2013'yan de dest bi weşandina pirtûkên Mo Yan bike.
Mo Yan (bi navê xwe yê rastîn Guan Moye) ku di 17'ê reşemiya 1955'an de li Çînê hatiye dinê di nivîsên xwe de navê "Mo Yan" bikar tîne ku bi çînî tê wateya "Axivîn"ê. Wî yekem pirtûka xwe di sala 1981'ê de weşand û dûre bi dehan çîrok nivîsî.
Wî di sala 1987'an de "Samîrê Melkesê Sor: Romaneke Çînî" weşand û bi vê li dinyayê navdar bû. Romana ku fîlmê wê jî hat kişandin li ser şîdeta salên 1920 -30'yî ya li herêma rojhilata Çînê ye.
Yan ku di pirtûkên xwe de li ser mijarên dîrokî disekine, li ser Şoreşa 1911'an, dagirkirina Maçûrya ya ji aliyê Japonyayê ve, Şoreşa Çandê ya Mao Zedûng bûne mijarên wî. Dema wî di sala 1995'an de berhema "Pêsîrên Mezin, Qorikên Fireh" weşand ji ber naveroka cinsî û tarîfkirina têkoşîna çîneke li derveyî Partiya Komunîst bû sedema nîqaşan. Artêşê zor li nivîskar kir ku pirtûkên ji piyaseyê kom bike lê gelek korsanên pirtûk derketin û hatin belavkirin jî. Piştî deh salan dema ev pirtûk li îngilîzî hat wergerandin xelata Wêjeyê ya Mêran a Asyayê girt.
Romana wî ya dawî "Beq" ku li ser polîtîkaya "tenê zarokek" ya li Çînê nivîsiye par li Çînê Xelata Mao Dun a Wêjeyê ku yek ji xelatên girîng a Çînê ye, girt.
***
Nûçeya eleqedar:
- Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Mo Yan


