logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Li Taksîmê cih nema!

Bi sed hezaran kes ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê ya li Qada Taksîmê ji 3 milan dest bi meşê kirin. Dema gel gihîşt Taksîm

  • Dîrok: 01/05/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Stenbol Bi sed hezaran kes ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê ya li Qada Taksîmê ji 3 milan dest bi meşê kirin. Dema gel gihîşt Taksîmê li qadê cih nema û gel li kolanên derdorê ma.

 Ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ku li ser banga DÎSK, KESK, TTB û TMMOB û bi beşdariya BDP, HDK, EMEP, ODP, SDP, ESP, Platforma Yekitiya Hêza Sendîkal, Halkevlerî, Platforma 1 Gulan a Şoreşger, Komaleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Ciwanên Misilman ên Antî-Kapîtalîst, mirovên LGBT'î, rêxistinên jinan û hwd. bi sedan saziyan dê li Qada Taksîmê were li dar xistin, dest bi meşê kirin. Ji aliyekî ve pêşiya kortejên meşê gihaştin Taksîmê ji aliyê din ve jî li cihê ku girse kom dibûn hîn bi deh hezaran kes li benda meşê ne. Girseya ku dîmenên rengîn derdixînin holê di meşê de polîtîkayên AKP'ê û operasyonên leşkerî, polîsî şermezar dikin û daxwazên wekî "Bila mafên bingehîn ên karkeran bê dayîn, pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, nasnameyên cuda werin naskirin" anîn ziman. 

Di korteja li Tarlabaşiyê de dîmenên rengîn ! 

Komekî girseyî ku di nava wan de endam û rêvebirên KESK, HDK, BDP û ODP, rêxistinên sivîl ên civakî li Rawestgeha Metro ya Şîşliyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Endamên KESK'ê di meşê de ji bilî pankartên daxwazên karker û kedkaran dianî ziman, pankartên wekî "Bila girtiyên nexweş werin berdan", "Ji tecrîdê re na" jî hate hilgirtin. Di korteja HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gel) de ku ev cara yekem e beşdarî pîrozbahiyê dibe, pankarta "Bijî Yek Gulan" ku bi 13 zimanan hatibû nivîsandin hilgirt.

Di nava kortejan de korteja herî rengîn a BDP'ê bû. Girseya ku di bin pankarta BDP'ê dimeşiyan bê navber dirûşmên wekî "Bijî yek gulan", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Her wiha ciwanên endamên DYG'ê t-şortên yekreng û li ser wan kurdî-turkî "Bijî yek gulan" hatibû nivîsandin li xwe kiribûn. Ciwanan di meşê de pankarta "Bi rihê berxwedanê ya Newrozê hezar silav li 1 Gulanê" û dowîzên li ser "630 xwendekar girtîne, ji ciwanên kurdan re azadî " hilgirtin.

Jinên kurd jî di meşê de cihê xwe di bin pankarta DOKH'ê girtin û bi pankarta "Ji bo bedena me, keda me û nasnameya me, li hemberi sistema serdest a mêrane bijî têkoşina me ya birêxistinî" beşdarî meşê bûn.

Di korteja saziyên kurd de balkêş bû ku piranî kes kincên neteweyî li xwe kiribûn û jin xavikên bi rengê kesk, sor û zer dabûn serên xwe. 

Di korteja Tarlabaşiyê de koma herî balkêş koma Jinên Femînîst bû. Jinên Femînîst bi cil û bergên xwe yên gulgulî balê kişandin û pankarta "Dest ji karê malê berdin bila cîhan bizivire" vekirin û têkildarî şîdeta li dijî jinan gelek dowîz hilgirtin. Jinên Femînîst bi trampet û dawolan dimeşin. Hunermendên NÇM'ê jî bi erbaneyan dest bi meşê kirin.

 Bi sed hezaran kes bi sloganên "Bijî 1 Gulan" û "Bijî biratiya gelan" dimeşin û di meşê de wêneyên kesên di 1'ê Gulana 1977'an de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên wekî "Em teslîmî tarîtiyê nabin" û "Dîsa 1 Gulan dîsa Taksîm" tên berzkirin.

Ciwanên Misliman ên Antî-Kapîtalîst jî li ber Mizgefta Fatîhê hatin cem hev û ji bo karkerên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan nimêj kirin û piştî re jî li baskê Tarlabaşi ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Ciwanên Misliman ên Antî-Kapîtalîst di meşê de pankarta "Înşallah dê sosyalîzm were" vekirin.

Kortejên li aliyê Tarlabaşiyê li ber Qereqola Polîsan a Beyogluyê rastî lêgerînê tên û pişt re dikevin qadê

Demîrtaş: Em ê li qada 1'ê Gulanê aştiyê biqêrin

Piştî korteja meşê nêzî nokteya lêgerînê bû, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Sirri Sakik û Sebahat Tuncel, endamên Meclîsa BDP'ê û MYK'ê jî tevlî meşê bûn. Di meşa BDP'ê de slogana "Bijî Serok Apo" tê berzkirin. Demîrtaş, di dema meşê de nêrînên xwe bi kedkarên çapemeniyê re par vekir û diyar kir ku ew bi coşa newrozê beşdarî 1 Gulanê dibin.

Demîrtaş, wiha got: "Em şer na aştiyê dixwazin. Gotinên serokwezîr, yên şer in. Serokwezîr û ekîba wî şer dixwaze. Ligel van hemû yekan em dê li qada 1'ê Gulanê dîsa aştiyê biqêrin."

Rêgeha Gumuşsuyu  Girseya ku ji endam û reveberê TTB, TMMOB, Hekîmên Diranan, Malên Gel, Kolektifa Mamosteyan, Platforma Çalakiya Plaza, TKP, Partiya Karkeran, li ser rêya Beşiktaş-Gumuşsuyu kom bûn û li Qada Beşiktaşê amadakariyên dawî kirin, ber bi Qada Taksimê ve dest bi meşê kirin. Karkeran di meşê de pankart û dowîzên xwe yên daxwazên xwe anîbûn ziman, vekirin û meşiyan.

Bi 100 hezaran kes li Qada Taksîmê kom bû

Bi 100 hezaran kesên li ser rêya Şîşliyê kom bûn, ber bi Qada Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Girse bi pankart, al û dowîzên xwe daxwazên xwe anîn ziman û dest bi xwendina sirûd û stranan kirin.

Di meşê de sendîkayên DİSK û Turk-Îş'ê li pêşiya girseyê cihê xwe girtin û posterên Kemal Turkler û Ruhi Su vekirin. Sazî û partiyên çepgir jî di nava meşê de cihê xwe girtin û meşa xwe ya ber bi Qada Taksîmê ve didomînin. Girse di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî yek gulan" û "Em karker in, em dê bi ser bikevin" û "Ji kedxwariyê re bes e" berz dikin. Karkeran bi pankartên xwe kuştina karkerên di qezayan de jiyana xwe ji dest dan jî şermezar kir. Meşa ku heta Qada Mecîdiyekoy dirêj bûye didome.  

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Fotoyê rojê: Ala Tirkiyeyê anîn Amedê

ad

AFP'ê li ser Perestgeha Eyn Dara nivîsî

ad

Li Îzmîrê jî Kurdî-Der vedibe

ad

Qeymeqamî navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir

ad

Berê govend hebû

ad

'Bila Midûriyeta Emniyetê bi Baydemîr ve bê girêdan'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname